Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin 2024-03-05 19:12:08 NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên DEM Partiyê ku tempoya xebatên hilbijartinê bilind kirin, ji bo "şaredarîvaniyeke gelparêz" li welatiyan doza piştgiriyê kirin.    Di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de, namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran bi welatiyan re hatin cem hev.   SÊRT   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Xizxêra Sêrtê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Rêveber û namzetên DEM Partiyê bi konvoyeke mezin ji navendê derbasî navçeyê bûn li wir ji hêla rêveberiya navçeyê ve hatin pêşwazî kirin. Dû re girse bi meşekê heta ber deriyê buroya hilbijartinê meşiya û li wir govend gerandin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetê hevşaredariyê yê Xisxêrê Mûstafa Songûr, namzetê Tiloyê Kasim Yildiz, hevserokên navend û navçeyê yên DEM Partî û DBP û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn.    ‘EM XWEDIYÊ VÊ AXÊ NE’   Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku mesele ne bidestxistina şaredariyê ye, mesele ew e ku ew xwediyê vê axê ne. Tekîn, destnîşan kir ku divê xwedî derketinek ji bo vê axê hebe û wiha got: “Mesele çand, ziman û axa me ye. Em birayên hev in, hilbijartin tên û diçin û di vê navçeya de em bi hev re dijîn. Tercîha gelê Xizxêrê çi be li ser serê me û çavê me. Lê namzetê AKP’ê hemû hêzên dewletê daye pişt xwe û bi me re ketiye di nava yarişekê. Ji vê re jî dibêjin ‘yarişa demokratîk ya hilbijartinê’. Ne tenê Xisxêr li hemû cihan heman tişt heye. Qeymeqam, emniyet, walî, notirvan, midûrên saziyên kamuyê hemû ji bo AKP dixebitin. Ev yek ji edaletê dûr e û divê hemû partî weke hev xebatên xwe bimeşîne. Her wiha gelek hilbijêr jî veguhestine navçeyê.”   ‘DEM PARTÎ PARTIYA GELAN E’   Dû re parlementer Sabahat Erdogan Saritaş axivî û da zanîn ku xwezaya Xisxêrê talan dikin ku gelê Xisxêrê ji vir koç bikin. Saritaş, bi bîr xist ku li vir hêza dewletê û hêza berjewendiyê heye û ev tişt got: “Ji bo gel tiştek nîne. Ji bo berjewendiyên xwe ti xizmetê ji bo gel  nakin û hêza dewletê dane pişt xwe ku dixwazin îradeya gelê me bin pê bikin.  Lê va ye DEM Partî li vir e û partiya kurdan e. Partiya kesên ku rastiyê neheqiyê hatine, rastiyê, xwezayê, jinê, civakê, wekhevî, demokrasî û pirzimaniyê diparêze ye. Ev partî partiya gelan ne. Lê yên ku li vir ji bo berjewendiyên xwe bi aqlê dewletê yê qirêj tevdigerin jî dizanin dê rojekê ew jî bên li ser rêya rastiyê. Em li vir bang li wan dikin, dev ji berjewendiyên biçûk berdin û werin tev li vê meşa azadiyê bibin, serfiraz û serbilind bimeşin.”   ‘HEMÛ PARTÎ LI DIJÎ KURDAN DIBIN YEK’   Saritaş, bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê jî û wiha berdewam kir: “Gava pêvajoya hilbijartinê dest pê dike, hemû partî li hember kurdan dibin yek. Sedem jî ewe ku gelê kurd sernekeve, nebe hêz û ji gelan re xizmetê neke. Ev du car in vîna gelê kurd li Kurdistanê tê desteserkirin. Sedem çiye? Hemû hevşaredarên me niha li der ve ne. Yek tiştî ku bikin hincet nikarin bibêjin, nikarin bibêjin diz in, talanker in, berjewendiyên xwe diparêzin. Lewma dibêjin ev ji bo demokrasiyê têdikoşin û ev yek jî ji bo wan astengî ye. Hêzên ku zimanê me, çanda me, wêjeya me qedexe dike dê têk biçin.”   ‘MAFDARIN KU JI ME BITIRSIN’   Herî dawî namzetê hevşaredariyê yê Xisxêrê Mûstafa Songûr jî xêr hatina girseyê kir û got ku Xisxêr bi rastî jî di xetereyekî mezin de ye. Songûr, anî ziman ku ew ê tirsa desthilatê bişkînin û wiha got: “Em hêzekî xurt in, heke em hêzekî xurt nebûna partiya desthilat û partiyên muxalefetê hilbijêr neveguhestin van bajaran. Lê ew bi maf in ku ji me bitirsin.”   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin û şandeya DEM Partiyê serdana esnafên navçeyê kir.    Piştre şande derbasî bajaroka Bêdarê ya girêdayî Xisxêrê bû û li vir jî bi coşeke mezin buroya xwe ya hilbijartinê vekir.    DÎLOK    Rêxistina Dîlokê ya DEM Partiyê li navenda navçeya Şahînbeyê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Ayfer Yilmazer û Namzeta Hevşaredariyê ya Kirkamişê Dîlan Coşkûn û gelek endamên partiyê yên jin di merasîma vekirinê de amade bûn.    Beriya vekirinê Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Ayfer Yilmazer axivî û diyar kir ku buroya hilbijartinê ya hemû jinan e. Namzeta Hevşaredariyê ya Karkamişê Dîlan Coşkûn diyar kir ku wan hêviyê li kuçe û taxan birêxistin kiriye û got: “Jinbûn ji bo her desthilatdariyê xetere ye. Em kurd bindestî û êşê baş dizanin. Lê belê em berxwedana li hemberî vê jî baş dizanin. Jina kurd nûnera herî baş a têkoşîna li ser rûyê erdê ye."   Piştî axaftinan buro bi çepik û tilîliyan hat vekirin.   RIHA   Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Namzetên Hevşaredariyê yên Karakopru ya Rihayê Rezzan Ayhan û Ridvan Yavûz, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Odeya Dermanfiroşan a Herêma 27'an kirin û der barê projeyên xwe de agahî dan.   Namzetên Hevşaredariyê yên Halîliyeyê Sema Ateş û Suphi Yilanci serdana dikandarên li ser rêya 24 Metreyê kirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Eyyubiyeyê Adalet Eriş û Halîl Akbaş jî li Taxa Şêx Meqsûdê bi welatiyan re hatin cem hev.   CÛRNÊ REŞ   Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen, li navçeya Cûrnê Reş xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kir. Erkmen ku tevî Namzetên Hevşaredariyê yên navçeyê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş esnafan ziyaret kir, li pirsgirêkên esnafan û pêşniyazên wan ên ji bo xizmetên rêveberiyên herêmî guhdarî kir. Erkmen diyar kir ku divê êdî şaredarî ji tekela malbatan derkevin û got: "Dem hatiye ku gel bi îrade û hêza xwe xwe bi rê ve bibe."   Paşê buriya hilbijartinê hat vekirin. Merasîma vekirinê bi gerandina govendê ya li ber stranên kurdî yên Hozan Servan bi dawî bû.   WÊRANŞAR     Li Wêranşarê Namzetên Hevşaredariyê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgûn esnafan li Taxa Golbaşi, Kolana Eskî ya Rihayê û Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ziyaret kirin. Parlementerê Rihayê Ferît Şenyaşar li gel namzetan amade bû. Esnaf eleqeyeke mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan.   SERÊKANİYÊ   Namzetên Hevşaredariyê yên Serêkaniyê îro ji du baskan xebatên xwe yên hilbijartinê li dar xistin. Namzetê Hevşaredariyê Ûgûr Kahraman serdana welatiyên erdên wan li Cîsseya li Midûriyeta Giştî ya Çandiniyê (TÎGEM) ziyaret kir.   Namzeta hevşaredariyê ya din Rahşan Yazar jî çû serdana koçerên gundê Arbitê. Yazar bi taybetî rastî coşa jinên koçer hat. Piştre Yazar di civînên li navenda navçeyê de bi gelê navçeyê re hat cem hev û serdana malan jî kir.   XELFETÎ   Li navçeya Xelfetiyê Namzetên Hevşaredariyê yên DEM partiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan îro li gundên Gogana Mezin, Kantarma, Kinik, Nuxrut xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Parlementerê Rihayê Omer Ocalan jî beşdarî serdanên hilbijartinê yên namzetên hevşaredariyê bûn.    BÊRECUK   Li navçeya Bêrecûkê Namzetên Hevşaredariyê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Manas esnafên Meydanê ziyaret kirin û di civîna gel de bi welatiyan re hatin cem hev.   PİRSUS   Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Pirsûsê Mûslûm Baran û Ayten Kaya esnafên Sîteya Pîşesaziyê ziyaret kirin. Namzetên hevşaredariyê piştre bi jinan re 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re li nêzî sînorê Kobanê pîroz kirin û govend gerandin.   SÊWEREG   Li Sêweregê (Namzetên Hevşaredariyê Yildiz Çetîner û Alî Dusak bi rojnamevanên ku di çapemeniya herêmî de dixebitin re hatin cem hev û sozên ragihandin. Piştre namzetên hevşaredariyê çûn serdana Komeleya Astengdaran, Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Sêweregê û Odeya Xwarinê ya Sêweregê û doza piştgiriyê kirin.    HEWAG   Li navçeya Hewagê Namzetên Hevşaredariyê Aygul Kapliyakali û Îsmaîl Yildiz xebatên xwe yên hilbijartinê li gundên Hacîler  û Saxûcakê berdewam kirin. Namzetan derî bi derî geriyan û piştgirî ji welatiyan xwestin.