Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn 2024-03-06 11:58:07   SAMSUN - Girtiyê bi navê Halîl Mûratoglû ku li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê tê ragirtin, da zanîn ku rastî binpêkirinên weke lêgerîna tazî, hejmartina li ser pêyan û cezayên hucreyê yên keyfî tên û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 101’emîn de didome. Bi destpêkirina greva birçîbûnê re miameleya xerab û her cureyên binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan jî zêde bûn. Girtiyê bi navê Halîl Mûratoglû ku li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Samsunê tê ragirtin, di 5’ê adarê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî binpêkirinan agahî da.    ZEXTA LÊGERÎNA TAZÎ Û HEJMARTINA SER PÊYAN    Mûratoglû, da zanîn ku ew û girtiyên din bi hincetên cuda di hucreyan de tên ragirtin. Mûratoglû, bi domdarî ev agahî parve kir: “Zextên gelek giran hene û li me lêgerîna tazî tê ferzkirin. Gelemperî mafên me yên qanûnî tên binpêkirin. Pirsgirêkên weke hejmartina ser pêyan, lêgerîna tazî û hwd. hene. Du roj berê dîsa pirsgirêk derxistin û van pirsgirêkan jî gardiyan û midûrê girtîgehê derdixînin.”    JI BO ŞANDEYÊ BANG KIR   Di berdewamê de Mûratoglû anî ziman ku ew binpêkirinên li dijî wan qebûl nakin lewma rastî îşkenceyê tên û wan dixin hucreyan. Mûratoglû, herî dawî ev bang kir: “Em li dijî van binpêkirina li ber xwe didin. Dema hevalên me li dijî van binpêkirinan derdikevin, wan dixin hucreyê. Hucreya ku em tê de dimînin gelek nebaş e. Em dixwazin ku şandeyek were vê derê, binpêkirinên li vê derê bibîne, belge bike û di çareseriyê de bi rola xwe rabe.”