Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike 2024-03-06 12:38:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolîna MetroPOLL’ê encama anketa xwe ya meha sibatê parve kir. Li gorî anketê dengên AKP'ê kêm dibin, yên DEM Partiyê zêde dibin.   Lêkolîna MetroPOLL’ê di navbera 20-21’ê sibata 2024’an li tevahiya welat ji hezar û 770 kesan pirsa “Gelo vê yekşemê hilbijartina parlamenteran çêbe hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê” pirsî.    Encamên anketa hatiye kirin wiha ne:    * AKP: ji sedî 23,9   * CHP: ji sedî 18,2 * DEM Partî: ji sedî 8,3 * ÎYÎ Parti: ji sedî 6,7 * MHP: ji sedî 6,1 * YRP: ji sedî 4,2 * ZP: ji sedî 1,4 * TÎP: ji sedî 1,3 * Bêbiryar: ji sedî 13,2 * Protesto: ji sedî 9,0   Encamên dengên bêbiryar, bêbersiv û protestoyê jî li gorî partiyan wiha ne:   * AKP: ji sedî 33,2 * CHP: ji sedî 25,2 * DEM Partî: ji sedî 11,5 * ÎYÎ Parti: ji sedî 9,2 * MHP: ji sedî 8,4 * YRP: ji sedî 5,8 * ZP: 1,9 * TÎP: 1,7   Encamên fermî yên Hilbijartina parlamenteran a 14’û gulanê wiha bûn:    * AKP: ji sedî 35,32,  * CHP: ji sedî 25,41,  * MHP: ji sedî 10,04  * ÎYÎ PARTİ: ji sedî 9,90  * Partiya Çepên Kesk:8,79  * YRP: ji sedî 2,86  * ZP: ji sedî 2,28  * TîP: ji sedî 1,72  * MP: ji sedî 0,93  * Ên din: ji sedî 2,75