Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye' 2024-03-06 13:19:34   STENBOL - Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast di dozê de pêvajoya ber bi cînayetê ve diçû vegot. Samast, got ku ji bersûcan Yasîn Hayal jê re gotiye; “Netirse, li pişt me dewlet heye.”    Danişîna 4’emîn a doza qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Di dozê de 11 pêdanker û peywirdarên cemaweriyê hatibûn cezakirin û ji sûcên “Binpêkirina Destûra Bingehîn” û “Endamtiya FETO’yê” tên darizandin.    Faîlê cînayetê Ogun Samast ku hatibû girtin û piştre hate berdan û di çarçoveya îdianameya pêvek de tê darizandin, bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Bersûcên din Erhan Tuncel, Yasîn Hayal, Zeynel Abîdin Yavuz, Ersîn Yolçu, Tuncay Uzundal, midûrên demê yên emniyetê Ramazan Akyurek û Alî Fuat Yilmazer û midûrê Şaxa TEM’ê yê Trabzonê Adem Saglam jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.    ‘PIŞTA ME SAXLEM E, PIRSGIRÊK TUNE YE’    Kujer Ogun Samast di danişînê de pêvajoya ber bi cînayetê ve vegot. Samast wiha got: “Yasîn ji min re got; ‘pişta me saglam e, pirsgirêk tune ye.’ Ji min re got ku heke tu vî karî nekî dê bedela wê giran be. Ji nava dewletê ez bi tu kesekî nedam naskirin. Yasîn û Erhan gelek caran bi hev re diaxiviyan. Axaftin û tevgerên Yasîn piştî her hevdîtinê diguherîn. Îfadeyên min ên berê rast in lê niha nayên bîra min.”    ‘DEWLET LI PIŞT ME YE’   Samast, wiha qala roja cînayetê kir: “Li cihê bûyerê hin kesan ez dişopandim. Piştre wêne nîşanî min dan. Ez li Yasîn geriyam. Ji min re got; ‘netirse ew ji me ne, tu berdewam bike.’ Navî wî derbas nebû lê Yasîn her tim ji min re got; ‘li pişt me dewlet heye.’ Dema ez li Samsunê hatim girtin, tirsiyam. 16 salî bûm û ji min re gotibûn; ‘rehet be tu kes nikare tiştekî bike.’”    Li ser pirsa parêzerê ji bersûcan Ramazan Akyurek, jî wiha bersiv da: “Ez Ramazan beg û Alî Fuat nas nakim. Min tu ferman ji wan negirtin. Min navên wan ji Erhan û Yasîn bihîst.”    Bersûc Erhan Tuncel jî got ku di axaftinên Samast de nakokî hene.    ‘ERGENEKON GIHIŞT ARMANCA XWE’   Piştre jî parêzerê Alî Fuat Yilmazer axivî. Dînk, pêvajoya ku Dînk weke hedef hatiye nîşandan vegot û got ku ji ber tevdîr nehatin girtin ev cînayet hatiye kirin. Parêzer Yilmazer, got ku bi qetilkirina Dînk re rêxistina Ergenekonê jî gihiştiye armanca xwe.    Şandeya dadgehê jî yek bi yek daxwazên hemû bersûcan jê pirsî. Ji bersûcan Erhan Tuncel, xwest rewşa fîzîkî ya mala ku Ogun Samast gotibû “min axaftinên wan li odeya kêlekê bihîstin” rapora kesê pispor were amadekirin.    DÊ MUTALAA BÊ AMADEKIRIN   Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa kontrola edlî ya Ogun Samast bidome, dosya ji bo mutalaay3e bişînin dozgeriyê û danişîn taloqî 29’ê gulanê hate kirin.