Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye 2024-03-07 14:11:39   ÎZMÎR - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Îzmîrê bi rojnamegeran re hatin gel hev û wiha bertek nîşanî namzeta CHP’ê ya Şaredariya Afyonkarahîsarê dan: “Li dijî nîjadperestî û neftetê rêya me rêya edalet û xwişk-biratiyê ye.”    Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç û Akin Bîrdal di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li lokala Komeleya Mulkiyeyiyan bi rojnamegeran re civiyan. Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar Vezan Karabulut û Mehmet Kurş jî tev li xwarina taştê bûn.    Ji namzetên hevşaredariyê Akin Bîrdal di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser demokrasiya yekser û rêveberiyên herêmî. Bîrdal, got ku biryarên ku bandorê li jiyana bi milyonan kesan dikin, ji hêla komeke biçûk ve tên dayîn. Bîrdal, diyar kir ku rêvebirina bajaran bi tevlibûna gelan dibe û feraseta partiya xwe ya rêveberiyên herêmî, danezana hilbijartinê û pêşniyarên çareseriyê vegot. Bîrdal, da zanîn ku ew ji bo projeya Tirkiyeyeke nû ketine rê û ev yek weke firsendek şîrove kir. Bîrdal, anî ziman ku divê demokratîkbûna Tirkiyeyê ji herêman bidin destpêkirin û demokrasiyê bi gel re bixin meriyetê.    BERSIV DA KOKSAL   Her wiha Bîrdal bi lêv kir ku demokrasî, edalet û azadî xeyala hevpar a her kesî ye û wiha pê de çû: “Di sedsalên dîroka xwe de Tirkiye salên herî tarî dijî. Mafên mirovan di bin lingan de ne.” Bîrdal, bal kişand ser pratîkîn faşîst û nîjadperest ên şaredarên Bolu, Antalya û Antakyayê û wiha got: “Namzeta CHP’ê ya Afyonê duh çendek gotinên faşîst kirin. Di axaftina wê de nîjadperestî, nefreta li dijî kurdan û cihêkarî heye. Divê ev jin ji peywirê were girtin. Ev kes dê di 31’ê adarê de mezintirîn têkçûna xwe bijîn. Rêya me rêya edalet û xwişk-biratiyê ye. Ne DEM em tevek dê bi ser kevin.”    'EZBERLERİ BOZMAYA GELİYİYORUZ'   Namzet Turkan Aslan Agaç jî ji hêla rêveberiyên herêmî ve xwedî feraseteke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye û ev tişt anî ziman: “Tevahiya jiyana min li vî bajarî derbas bû. Dixwazim di mekanîzmaya biryardayînê ya bajar de cih bigirim û xizmetê jê re bikim. DEM Partî dixwaze ku xelk şensekî bide nêrîn û feraseteke nû. Hinek pirsgirêkên kronîk ên Îzmîrê hene. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo her qadên jiyanê projeyên me hene. Em amade ne ku Îzmîrê birêve bibin. Li hêla din nîviya civakê jin in lê di rêveberiyên herêmî de, di mekanîzmayên biryardayînê de cih nagirin. Em dixwazin rêveberiyên herêmî bi nêrîna jinê birêve bibin. Em ê serokatiyên daîreyên jinan ava bikin û ji bo xizmetê ji jinan re bûdçeyê veqetînin. Em ê Îzmîrê veguherînin bajarê jinê.”    Civîna çapemeniyê bi pirs û bersivan bi dawî bû.