Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî 2024-03-08 09:03:44   MÊRDÎN - Dayikên ku li Mêrdînê Nobeda Edaletê digirin, çalakiya xwe veguherandine navenda perwerdehiya kurdî.   Çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tê meşandin, bi çalakiyan dewam dike. Yek ji bajarên ku Nobeda Edaletê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê hatibû destpêkirin, Mêrdîn bû. Çalakiya ku di 7’ê Çileyê de li Mêrdînê hatiye destpêkirin ket roja 62'yemîn. Çalakiya Nobeta Edaletê ya di 4'ê kanûna 2023'yan hatiye destpêkirin li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîrê û Êlihê jî didome.    Bi hezaran kes heya niha serdana Nobeda Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kirine. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê rojane li ser rojevê gengeşeyê dikin, bi xwendina rojnameyên Xwebun û Yenî Yaşamê û kovara Modernîteya Demokratî û pirtûkên kurdî veguherî, cihê nobedê veguherandina navenda perwerdehiyê. Di nobedê de ji bilî serdanên rojane, perwerdeya bi kurdî jî hatiye destpêkirin.    HÊZÊ JI HEV DIGIRIN   Dayika Aştiyê û Hîndekara Zimanê Kurdî ya Nobeda Edaletê Gurbet Tekîn bi bîr xist ku armanca çalakiya wan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Tekînê diyar kir ku her 3 rojan carekê beşdarên çalakiyê diguherin û got ku her dayikeke ku beşdarî çalakiyê dibe xwedî çîrokeke cuda ye û wiha got: “Li vir derdê xwe ji hev re vedibêjin. Çîrokên xwe û zarokên xwe vedibêjin. Ji zarokên xwe re stranan dibêjin. Bi guhdarîkirina hev du ji hev fam dikin. Ew derdê hev fêr dibin û fêm dikin."   ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVE'   Tekînê anî ziman ku biryara xwendina bi kurdî di encama axaftina wan de hatiye girtin û got: “Ziman çanda me ye, hebûna me ye, dîroka me ye, her tiştê me ye. Em bi zimanê xwe tên naskirin. Her eşîr, her kes bi zimanê xwe tê naskirin. Îro em dibînin ku zarokên me li malê zimanê xwe ji bîr dikin û bi tirkî diaxivin. Navê zarokên me Zîlan, Bêrîtan, Şervan in, lê bi tirkî diaxivin. Divê gelê me zimanê xwe yê zikmakî biparêze û biaxive. Em nabêjin tenê ji bo kurdan e. Divê ereb jî zimanê xwe biparêzin, tirk û suryan jî bi ziman û çanda xwe bijîn. Em bi vê bawer in. Gelek dayîkên me nikarin bixwînin û binivîsin. Hin ji wan alfabeya tirkî nas dikin lê alfabeya kurdî nas nakin. Ew nikarin wan bidin kêleka hev û bixwînin. Me xwest ku dayikên me bi perwerdeya kurdî xwe bi pêş bixin. Me bi alfabeyê dest pê kir, peyvan nîşan da. Dayikên me jî hîn dibin û kêfxweş dibin. Em dixwazin ziman, çand û hunera xwe biparêzin û Serokê xwe azad bikin.   MA / Ahmet Kanbal