Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir 2024-03-08 17:40:59   NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku serdana Nobeda Edaletê ya Wanê kir, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê li Tirkiyeyê belav bûne û got: "Çalakiya ku hûn ji bo vê dikin, pir hêja ye."    Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatine destpêkirin didomin.    WAN   Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê ji aliyê xizmên girtiyan ve hati destpêkirin di roja 91'ê de berdewam dike. Çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dewam dike, Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Gulşen Kûrt, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesan serdana wê kir.    Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û got: "Her êşa ku hatiye jiyîn, ji zû de ye vê erdnîgariyê derbas kiriye. Polîtîkayên tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne. Îşkenceya li girtîgehan her roj li derve tê kirin. Tu ferqa polîtîkayên li hundir û derve yên li Tirkiyeyê tên meşandin de nîn e. Di vê heyamê de divê em berpirsyariyê bigirin ser xwe. Çalakiya ku hûn ji bo vê dikin, pir hêja ye."    Piştî axaftinan dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.   STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 89’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan û dayikên di çalakiyê de pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Umraniye û Kadikoyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dayikên di çalakiyê de hate pîrozkirin.