Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin 2024-03-08 18:25:19   ENQERE - Jinên Rêxistina DEM Partiyê ya Çankayayê nameya ku namzeta hevşaredariya bajarê mezin a DEM Partiyê ya Enqereyê Gultan Kişana ji hilbijêrên Enqereyê re şandiye belav kirin. Gultanê di namzeya xwe de got ‘Em ê bajarekî adîlane û wekhev bi hev re ava bikin’.   Jinên Rêxitina Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çankayayê, li Guvenparqê stand vkeirin û namzeya ku namzeta hevşaredariya bajarê mezin a DEM Partiyê ya Enqereyê Gultan Kişana ji hilbijêrên Enqereyê re şandiye belav kirin   Li hember namzetiya Kişanakê eleqe mezin bû û jinan di standê de der barê xebatên hilbijartinê ya Gultan Kişanakê de agahî dan.   Kişanakê di nameya xwe de wiha got: “Birêz Enqereyî, hûn dizanin di 31’ê Adarê de hilbijartinên herêmî heye. Em ê tenê hevşaredaran hilnebijêrin. Em ê biryara rêveberkirina bajarê xwe bidin. Ji bo gelê Enqereyê pêşkêşkirina rêbazekê pêkane. Ji bo vê; em bi ferasta ku jin tevli rêveberiyê bibin bibin xwedî gotin û biryar, li Enqereyê em derketin rê. Em ê bi hev re biryarên pêşeroja bajarên xwe bidin.   Li dijî xizanî, betalî, zeman, barê zeman ya li ser kedkaran ya li ser jinan, bi hev re bajarê xwe vaa bikin. Li Enqereyê dem dema DEM’ê ye. Wê DEM bê dewran bigere’ Mor DEM a Siyasetê.”