Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere 2024-03-09 09:07:58 ŞIRNEX- Ciwanê bi navê Mûrat Çarkçi li kar, li malê, li kuçeyan û bajaran bi cilên xwe yên kurdî balê dikşîne ser xwe. Çarkçi, anî ziman ku gelek caran ji bervan kincên xwe rastî êriş û astengiyan hatiye û got: "Ji min re dibêjin, 'Ev kincên terorîstan in em naxwazin hûn van kincan li xwe bikin.' Ev kinc nîşaneya nasnameya min a kurd e."      Li Kurdistanê di van salên dawî de, polîtîkayên şerê taybet û çewisandinê berbelav bdibin. Ji van polîtîkayan herî zêde jî çanda kurdî para xwe digire. Çand, nasname û hebûna gelan e û di heman demê de hêmana ku neteweyan ji hev cuda dike jî her çand e. Çand ziman, bawerî, dîrok, taybetmendiyên gelan di nava xwe de dihewîne. Kurd jî yek ji qewmê xwedî vê taybetmendiyê ye. Cil û bergên kurdî ew cil û berg in ku taybet bi neteweya kurd in û beşeke girîng a çanda kurdî pêk anîne û neteweya kurd bi cil û bergên xwe yên resen ve tê nasîn. Lêbelê ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê ev çand her tim di hedefê de ye. Di çarçoveya van polîtîkayan de hat xwestin ku bi Pakêta Asayîşa Hundir, “Cilên ku wekî cilên endamên rêxistinê bên dîtin, tên qedekirin” kurdên ku niha berxwedana hebûn û çandê didin di her qadên jiyanê de rastî êrişan jî tên. Yek ji van jî Murat Çarkçi ê 32 salî ye.    Çarkçi ê ku ji ber pirsgirêkên aborî 21 sal bûn ku li bajarê Enqereyê dijiya, di 7 saliya xwe de dest bi lixwekirina wan kiriye. Çarkçi ê  ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî diçû dibistanê gelek caran destûr nedan ku bi van kincan bikeve dibistanê. Lê Çarkçi tu carî dev ji israra xwe ya lixwekirina cil û bergên neteweyî yên kurdî berneda û her carê piştî ku ji dibistanê derdikeve diçe malê û cil û bergên xwe li xwe dike. Her çend li Enqereyê carinan rastî êrîş û bertekên neyînî tê jî, li kar, li malê û di her warê jiyanê de bi kincên xwe re tevdigere. Çarkçi, di sala 2016'an de vedigere cihê ku li dayik bû, navçeya Cizîr a Şirnexê.Çarkçi ê ku ji ber karê xwe piranî diçe rojavayê Tirkiyeyê, gelek caran rastî êrîşan jî tê. Berxwedana wî ya Çarkçi 25 sal in dev ji cil û bergên xwe yên netewî bernedaye û bi wan re bûye yek.   Çarkçi bi minesebeta 10'ê Adarê Roja Kincên kurdî axivî.   LI MAL, LI KAR Û LI KOLANAN BI KINCÊN KURDÎ YE    Çarkçi diyar kir ku dema ku bi cil û bergên neteweyî dikeve nav civakê herkes li wî  matmayî dinire û got ku lixwekirina cil û bergên neteweyî bersiveke ji polîtîkayên  qirkirina çandî re û wiha axivî: "Dema ku ez bi van cilan diçim kar û yan jî derdikevin ji min re dibêjin,' Tu li Tirkiyeyê ye' ez li hemberî van gotinan dibêjim,' ev kincên me ne û kurd van li xwe dikin' Dema ku ez diçin Stenbol, Eskîşehîr, matmayî dimînin. Lê xelk çi bibêje bila bêje eslê me ev e. Li Rojavayê Tirkiyeyê wiha dibêjin û li Kurdistanê jî ji min re dibêjin,' tu dê biçî dewatê te ev kinc li xwe kirine?' li gorî min divê ku em bi zimanê xwe biaxivin û cilên xwe yên kurdî li xwe bikin. Dar li ser koka xwe û mirov jî li ser ziman û çanda xwe şîn dibe. Gelek kurd van kincan li xwe nakin. Dema ku ez diçim kar xelk dibêje,' ez te re nayêm kar, heke ku tu van kincan li xwe bikî ez kar jî nadim te û pere jî nadim' ez jî ji wan re dibêjim,' ez ê birçî bimînim lê ez ê heta ku hebim kincên xwe li xwe bikim' derdor dibêje van kincan li xwe neke, malbat dibêje li xwe neke, bajarên tirkan êriş dike. Lê ez dibêjim,' cilên me şerefa me ne"     HETA NIHA GELEK CARAN RASTÎ ÊRIŞAN HAT    Çarkçi anî ziman ku ji ber ku ew kincên kurdî li xwe dike gelek caran jî rastî astengî û êrişan tê û wiha got: "Di sala 2017'an heta niha ez di nava jiyana rojane de van kincan li xwe dikim.Kincên min ev in. Beriya vê ez li Enqereyê bûm. Li wir jî min kincên xwe li xwe dikirin. Eslê min berê çi be niha jî ew e. Herkes her roj dema ku bi van kincan dibînin dibêjin,' tu diçî dewatê ma her roj dewate?' lê ez ji wan re dibêjim,' na ez ê biçim ser karê xwe' dibêjin,' tu çima van kincan li xwe dikî' ez ji wan re dibêjim,' ez kurd im' ez ji wan re dibêjim,' hûn çawa dibêjim pantolun xweşe, îşlik xweşe li gel min jî şal û şepik xweşe. Dema ku ez wê rojê bi otubûsên dihatim Cizîrê leşkeran otobûs da sekinandin û gotin,' ev çi halê te ye?' min jî ji wan re got,' çibû' ji min re dibêjin,' ev der Tirkiye ye' min got,' erê Tirkiyeye lê ez kurd im' hem zimanê me qebûl nakin û hem jî çanda me qebûl nakin. Li cem min hevalê min hebû wî jî got,' van kincan derbixîne' lê min dernexist. Ev ne meseleya rikê ye, ev meselaya şeref û namûsê ye. Ji ber van kincan ez gelek caran rastî êrişan hatim. Hem di nava şantiyê de, hem di otogarê de û hem jî di nava otobûsê de rastî êrişan hatime. Lê ez dîsa jî bernadim. Çimkî kincên netewa kurd şerefa me ne. "   TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ DEV JÊ BERNADE   Mûrat Çarkçi bi lêv kir ku kincên kurdî jî tên qedexekirin û got ku li tevî hemû astengiyan jî ew dev ji çanda xwe bernade û wiha domand: "Bila ciwanên me pantolon li xwe nekin kincên xwe yên netewî li xwe bikin. Sedî 70'ê kurd dema ku diçin dewatê kincên kurdî li xwe dikin. Mirov di vê cîhanê de her tiştekî hin dibe lê hûn nikarin piştre çanda xwe jibîr bikin. Kî çi bibêje bila bêje ez ê dev ji çanda xwe û cilên xwe bernedim. Dema ku ez van kincan li xwe dikim rastî êrişan têm û ji min re dibêjin,' Hûn terorîstin em naxwazin di nava otobûsê de tu bi van kincan bigerî' Lê çareseriyê jî ez xwe bi xwe dibînim. Dibêjin,' ev ne kincên we ne yê terorîstan in heke ku hûn li xwe bikin em ê we bikujin' em çawa ku hebûna xwe înkar nakin em kincên xwe jî înkar nakin. Pirsgirêkên mezin hene lê em çareser dikin.  "   'KINCÊN ME NÎŞANEYA NASNAMEYA ME YE'   Çarkçi anî ziman ku her gelek bi çanda xwe tê nasîn û bang li ciwanan kir ku xwedî li çanda xwe derbikevin û got: "Tenê ciwanên me dema ku diçin dewatan van kincan li xwe dikin. Em dibêjin bila ciwanên kurd kincên xwe yên kurdî li xwe bikin. Bila xurtên Cizîra Botan kincên kurdî li xwe bikin. Dema ku em diçin Rojavayê Tirkiyeyê xelk ji me re dibêje,' tu kurdî yan tirkî em nizanin' lê heke ku em bi kincên xwe biçin dê herkes rengê me nas bikin. Ev nîşaneya nasnameya me ye. Çawa ku em bi zimanê xwe diaxivîn divê ku em wisa xwedî li kincên xwe yên kurdî jî derbikevin."    MA / Zeynep Dûrgût