Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin 2024-03-09 09:14:25   KOCAELÎ - Li Dilovasiya ku ji ber fabrîkeyên pîşesaziyê nexweşîna pençeşêrê lê belav bûye, li hin taxan koçberî tê ferzkirin. Ji şêniyên taxan Ercan Demîrbaş rexne li rêveberiya navendî û herêmî kir û got: "Dem dema guhertinê ye."   Qada depokirinê ya kîmyewî ya li Taxa Fatîhê ya navçeya Dilovasî ya Kocaeliyê hatiye avakirin, 10 metre dûrî wargehan e û tenduristiya tevahiya gelê navçeyê dixe xetereyê. Komîsyona lêkolînê ya ku di sala 2007'an de li Meclisê ji bo Dilovasi ku yek ji navçeyên herî zêde nexweşîna penceşêrê lê belav bûye, hat avakirin. Li gor daneyan, rêjeya mirina ji ber pençeşêra pişik û mîdeyê 2,6 qat di ser ya cîhanê re ye û rêjeya mirinê jî 3,2 ye. Li gorî daneyên ku di sala 2017'an de hatin tespîtkirin, rêjeya mirina ji ber pençeşêrê li cîhanê ji sedî 12,5, li Tirkiyeyê ji sedî 12,9, li Kocaeliyê jî ji sedî 18,9 û li Dilovasiyê jî ji sedî 33,7 e.   Welatiyên ku li Taxa Fatîhê bi bêhneke nexweş dijîn difikirin ku li pişt van biryaran polîtîkaya koçberkirinê heye. Welatiyên taxê diyar kirin ku ji ber depoyên kîmyewî koçberî taxên din dibin. Şêniyê taxê Sedat Demîral, anî ziman ku qada ku depo lê hatiye çêkirin berê qada mesîreyê bûye û darên li wê derê bi temamî hatine birîn û got ku şaredariyê ji bo berjewendiyên xwe qad ji kargehan re vekiriye.   Demîral bal kişand ser xetereya teqîna tankên depoya tiştên kîmyewî û got: “Hemû pergalên sotemeniyê di nava vê de ne. Dibêjin 'Em li vir bermahiyên xeternak kom nakin', lê depoyên din nîn in. Ev depoya mezin e. Li vir solvent, fûel-oîl heye. Jixwe gava mirov tê vir êhna fûel-olîê di cî de tê mirov. Hemû teqemenî ne. Beriya niha li vir tankek teqiya û piştre şewat derket. Wan hewl da ku tevahiya vê herêmê vala bikin."    Demîral bertek nîşanî ferzkirina koçkirinê da û got: “35 sal in em li vir in, ger hûn ê vê derê rakin, Dîlovasiyê bi temamî rakin. Niha jî li Taxa Tavşancilê xaniyên TOKÎ'yê ava dikin, dixwazin me koçber bikin û gel deyndar bikin. Ma ez ê biçim bi salan deynan bıdım? Mantıqeke wıha tune ye."    Welatiyê taxê Ercan Demîrbaş ji diyar kir ku ew di bin dorpêça kargehên kîmyewî de ne û ew ê neçar bimîne ku ji mala xwe derkevin. Demîrbaş anî ziman ku hem rêveberiya navendî û hem jî şaredariya di bin rêveberiya AKP'ê de ji bo qezençkirinê vê polîtîkaya xwe didomînin û got ku ew namzetê DEM Partiyê Mûstafa avci nas dike û ew ê piştgiriyê bide wî. Demîrbaş ev tişt gotin: “Dema mirov li hawirdorê dinêre Dîlovasî bûye navçeyek ku teng dibe. Nifûs kêm dibe, ciwan naxwazin li vir bimînin. Şaredarî tabletên ku ji kargeh û pîşesazîyan wergirtine bi navê xwe belav kirin. Ma bêaqilîyek wiha gengaz e? Çareserî tenê guhertin, guhertin e. Dem dema guhertinê ye. DEM Partiyê namzetek destnîşan kir. Em Mûstafa Avci nas dikin û ji bo me şansek e. Tecrubeya wî ya Şaredariya Bajarê Mezin heye. Şansê me heye, ez ê dengê xwe bidim wî."