Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve 2024-03-09 10:47:14 QERS - Jinên ji Qersê destnîşan kirin ku qeyûm li bajar tu xizmet nekirine û gotin: “Heke di hilbijartinan de DEM Partî serbikeve, dê her kes serbikeve.”    Ji hilbijartina herêmî re 21 roj man û partiyên siyasî xebatên xwe li Qersê didomînin. Partiyên kurdan di hilbijarina 2019’an de cara yekem Şaredariya Qersê bi dest xist. Piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariyê bi dest xist, li bajarê ku gelek gel û bawerî tê de dijîn bi xizmetên hêja re her çiqas di dilê gel de cih girtibe jî di 2’yê cotmeha 2020’an de qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, projeyên ji bo gel dê bihata kirin jî nîvco man. Qeyûm gelek saziyên xizmetê girtin û ev yek jî ji herî zêde jin bandor kirin.    Xebatên hilbijartinên herêmî yên DEM Partiya ku ji bo Namzetên hevşaredariyê Qersê Kenan Karahanci û Arzu Savaş Derman diyar kirine, berdewam dikin. Jinên ku duh tev li şahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhan bûne destnîşan kir ku ew ê dîsa şaredariyê bistînin.   ‘HEKE DEM SERBIKEVE DÊ ŞAREDARÎ BIBE YA HER KESÊ’   Kîne Tozûn a tev li şahiyê 8’ê Adarê bûye anî ziman ku ew ê şaredariyê ji qeyûm bistînin. Tozûn diyar kir ku qeyûm xizmeta gel nake û wiha axivî: “Qeyûm ne pirsgirêka me ya avê ne jî ya rê çareser kir. Rêyên me tev herî ne û em pirsgirêka avê dijîn. Li Qersê tenê kurd najîn. Di heman demê de tirk, terekeme û azerî jî dijîn. Ez bang li wan dikim, bila werin em bi hev re bixebitin û şaredariyê ji destê qeyûm xelas bikin. Ji ber dema ku DEM Partî şaredariyê bi dest xist dê şaredarî bibe ya me hemûyan û dê xizmeta me tevan bike.”    ‘QEYÛM JI BO JINAN ÇI HEBE GIRT’   Ayşe Erkmen da zanîn ku ew ê qeyûman bişînin û wiha axivî: “Li vê derê kooperatîfa jinan hebû lê belê qeyûm girt. Kafeya Mor a Jinan hebû hate girtin. Ser navê jinê çi hebe qeyûm hemûyan girt. Ji ber vê yekê em wek jin ji bo ku destkeftiyên xwe bi dest bixin dê qeyûman bişînin. Bila jin xwedî li xwe derbikevin. Bila gelê me dengên xwe bikar bînin û xwedî li sindoqên xwe derbikevin.”    ‘DÊ SILAVÊ JÎ NEDIN GEL’   Dayika Zerro diyar kir ku ew li taxa Ataturk rûdine, rêyên wan xerab in û derbarê pirsgirêk xwe de ev tişt gotin: “Qeyûm ji bo taxê tu tiştan nake. Herwiha silavê jî nadin. Heke ew bi ser kevin dê dîsa silavê nedin. Lê belê dema ku me şaredariyê bi dest xist, dê gelek fêdeya me ji gel re çêbe. Li vê derê ecem, terekeme, kurd û tirk bi hev re dijîn. Pirsgirêka me bi tu kesî re nîn e, lê belê Erdogan tim pirsgirêkan derdixe. Ez bawer dikim dema ku me şaredariyê bi dest xist, dê tevahiya pirsgirêkên bajarê me çareser bibin.”    ‘JI BO ME DEMA SERKEFTINÊ YE’   Tevî temenê xwe yê mezin Husniye Anli jî tev li şahiyê jinan bû û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bila êdî mafên gelê kurd werin dayîn. Me wek kurd gelek êş kişandin. Êdî ji bo me dema serkeftinê ye. Em dixwazin partiya me serbikeve. Em dengê xwe nadin kesan, didin partiyê. Em ê dengê xwe bidin xwe. Tevî ku qeyûm tiştekê nekiriye ji bo gel bêyî serêşiyê tiştekê nake. Em azadiya birêz Ocalan û gelê kurd dixwazin.”    ‘DEM PARTÎ WEKHEV NÊZÎ HER KESÊ DIBE’   Rûken Hancî destnîşan kir ku partiya wan wekhev nêzîkî her kesê dibe. Hancî got ku ew tu xizmeta qeyûm nabînin û ev tişt gotin: “Dê DEM Partî cihakariyê li tu koman nake, dê xizmetê wekhev bide her kesê. Lê belê partiyên din wisa nîn in, gelê kurd tim weke welatiyên çîna duyem dibînin. Em vê yekê qebûl nakin. Heke partiya me serbikeve, dê her kes serbikeve.”    Gulay Bûlût a ji navçeya Dîgorê ji bo şahiyê hatiye navenda Qersê jî wiha axivî: “Wekî navendê, qeyûm tayînî Dîgorê jî kirin û heya îro tu xizmetan nekir. Em ê ji bo bidestxistina şaredariyê bi hev re têbikoşin û AKP’ê bişînin.”    MA / Mehmet Guleş