Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn 2024-03-09 10:48:53   ŞIRNEX - Dayika girtî Yaşar Savci yê li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê tê ragirtin, Hanîfe Savci ku binpêkirinên mafan ên lawê wê rast hatine vegot, anî ziman ku di rojên dawî de zext zêdetir bûne.    Yaşar Savci ku 2 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê tê ragirtin, bi telefonê li malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pê re rû bi rû dimînin vegot. Savci yê li bajaroka Ereban a girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û girtin 2 sal in girtî ye. Savci yê bi dayika xwe re bi telefonê axivî, di hevdîtina xwe de ji parazvanên mafên mirovan daxwaza piştgiriyê kir.    Yaşar Savci   DAXWAZA PIŞTEVANIYÊ    Dayik Hanîfe Savci ya li bajaroka Erebanê dijî ji bo binpêkirinên mafan ên kurê wê pê re rûbirû dimîne bi dawî bibin bang kir. Dayik Savci, diyar kir ku lawê wê bi hevalên xwe re di bin îşkenceyê de ne û wiha got: “Zarokên me çi li wan kiriye? Ji xwe li pişt deriyên ji pola tên ragirtin. Çima vê neheqiyê li zarokên me dikin? Beriya niha jî bi heman awayî zext li wan kirin. Me ji parlamenterên HDP’î rewş vegot, çûn girtîgehê. Piştî ku wekîl çûn girtîgehê zext kêm bûn. Lê di van rojên dawî de dîsa îşkenceyê dest pê kir. Em ji wekîlan û saziyên mafên mirovan dixwazin ku bi zarokên me re bikevin nava piştevaniyê.”   Dayik Hanîfe Savci    ‘TEVAHIYA ROJÊ BI COPAN LÊXISTIN’    Savci, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Lawê min got ku xwarina didin wan gelekî kêm e û pê têr nabin. Got ku dema xwarina fasûliyan didin wan tenê 4 fasûlî ji nav derdikevin. Em neçar dimînin ku her tim ji zarokê re pere bişînin. Ji ber ku divê ji kantînê hin tiştan bistîne û bixwe. Lawê min anî ziman ku hevalên wî di saetên serê sibê de ji aliyê gardiyanan ve bi darê zorê birin odeyeke din. Hevalên wî û 9 kesên din ên birin odeyekê tevahiya rojê îşkence lê hatiye kirin û bi copên hesin li wan xistine. Ragihand ku dema hevalî vegeriya qawişê di encama îşkenceya lê hatibû kirin tu halê wî nemabû û nedikarî li ser piyan bisekine. Êdî bes e ji vê zilma ku li zarokên me dikin.”   ‘SALEKE LAWÊ XWE NABÎNIM’    Dayik Savci ya bang li parazvanên mafên mirovan û partiyên siyasî kir, wiha got: “Bila şertên girtiyan bên başkirin. Samsûn dûr e û ji bo rewşa me ya aboriyê nebaş e, saleke nikarim biçim hevdîtinê ku kurê xwe bibinim. Heke li bajarekî nêzî me bûbûya em da her meh biçin. Dema em pereyan jê re dişînin, pere tê re nakin, her tişt gelek bihaye. Tu sûcê lawê min nîne, pûç û vala digirin. Daxwaza me ji parlamenter û parêzerên kurd ew e ku tişta ji destê wan tê bikin. Bila ji bo zarokên me çareyekê bibînin.”