Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin 2024-03-09 15:10:23   EDENE - Walîtiya Edeneyê derbarê 4 hunermendên Kolektîfa Rîtmên Azad de lêpirsînên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatine destpêkirin wek hincet nîşan da û derketina dika mîtinga 8’ê Adarê ya 4 hunermendan asteng kir.    Platforma Jinan a Edeneyê îro di saet 15.00’an de bi diruşma “Em ê cîhaneke wekhev, adîlane, bêtundî, û bêşer ava bikin” dê ji Pira Kasim Gulek heya Qada Ûgûr Mûmcû bimeşe û li qadê mitîngekê li dar bixe. Di mitîngê de dê hunermend Yasemîn Goksu Demîr û Kolektîfa Rîtmên Azad jî derkevin ser dikê.    ASTENGKIRINA HUNERMENDAN    Walitiya Edeneyê piştî navên hunermendên ku derdikevin ser dike ji komîteya amadakar xwest, biryareke sosret girt. Walîtî derketina dika mitînga 8’ê Adarê yên Sevda Adirbellî, Zîlan Kaya, Hulya Dalmiş û Mehmet Veysel Kiliç ên ji "Kolektîfa Rîtmên Azad” asteng kir. Hat zanîn ku Walîtî lêpirsînên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hincet nîşan daye. Walîtî vê biryara xwe sesret wek devkî ji komîteya amadekar re ragihand.    ‘EM DIJÎ BIRYARA KÊYFÎ LI QADÊ BIN’   Endamên Kolektîfa Tîtmên Azad bertek nîşanî biryarê dan û anîn ziman ku ev nêzîkatî Walîtiya Edeneyê kêyfî ye. Endamên kolektîfê dan zanîn ku ew cara yekem rastî sepaneke wisa tên û bi bîr xistin ku berî salekê derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha gotin: “Em duh li Mêrsînê derketin ser dikê. Lê belê 80 kîlometre şûnde destûr nadin me. Em vê biryara keyfî qebûl nakin, em ê li qadê bin. Me qedexeyên li dijî zimanê kurdî duh jî dît û îro jî dibînin. Em diyar dikin ku hunermendên kurd duh çawa li ber xwe dabin dê îro jî bi heman awayî li ber xwe bidin.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen