‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’ 2024-03-09 16:27:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ê tev li çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” bû wiha got: “Heta ku li ser vê axê aştî pêk were û windakirî bên dîtin dê lêgerîna me ya edaletê bidome.” Çalakiyên “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ên her hefte ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan ve tên lidarxistin vê hefteyê jî li gelek bajaran dom kir. Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê li Amedê aqûbeta Zozan Eren a di 25’ê îlona 1997’an de hate windakirin; Abdûrrahman Acar ê di 23’yê adara 1993’yan de li Êlihê, li Rihayê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 12’ê adara 1994’an de hate windakirin; li Colemêrgê jî Nûrettîn Tûrgût ê di sala 1993’yan de di bin çavan de hate qetilkirin; li Îzmîrê jî bi boneya 8’ê Adarê aqûbet û faîlên jinên hatin qetilkirin hate pirsîn.    AMED    Şaxa ÎHD’a Amedê û malbatên windakiriyan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê çalakiya xwe ya 787’emîn li dar xist. Li cihê çalakiyê pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin û malbatên windakiriyan wêneyên windakiriyan hilgirtin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, rêveberên DEM Partiyê, namzeta hevşaredariyê ya Rezanê ya DEM Partiyê Leyla Ayaz beşdar bûn.  Di daxuyaniyê de aqûbeta Zozan Eren a di 25’ê îlona 1997’an de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn.    KUÇUKBALABAN: FAÎL DIYAR IN    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ê di çalakiyê de axivî, wiha got: “Weke malbatên windakiriyan heta ku li ser vê axê aştî pêk were û windakirî bên dîtin dê lêgerîna me ya edaletê bidome.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî bi bîr xist ku kesên di salên 90’î de ev sûc kirin li Xarpêtê Walîtî malovaniya wan dike û got: “Em faîlan nas dikin. Em li benda roja ku dê hesabê bidin disekinin.”   Yek ji Dayikên Şemiyê Besna Tosûn jî diyar kir ku çîroka wê beriya 29 salan li Amedê dest pê kir û destnîşan kir ku heta windakiriyên xwe nebînin û hesabê nepirsin dê têkoşîna wan berdewam bike. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçiyê jî çîroka Zozan Eren a di sala 1997’an de hate windakirin xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH    Li Êlihê malbatên windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 623’yan a çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyê windakiriyan hatin vekirin. Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, DEM Partî, DBP, OHD, rêveberên Baroya Êlihê û malbatên windakiriyan beşdarî çalakiyê bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de faîlên bavê parlamentera HDP’ê ya berê Ayşe Acar Başaran ê di 23’yê Adara 1993’yan de hate qetilkirin hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Rêzan Baytar ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku careke din ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin li qadê ne û çîroka Acar parve kir.    ‘DUH BI ÇEKAN ÎRO BI SIYASETÊ ÊRIŞ DIKIN’    Pişt re hevjîna Acar, Sûltan Acar bi bîr xist ku wan rojan gelê bajêr ji aliyê Hîzbûlkontrayê ve di nava kolanê de dihate qetilkirin û wiha got: “Em ê ne Bozo ne jî hevalên wî ji bîr nekin. Kesên wê rojê bi çekan êrişî me dikirin niha bi siyasetê êriş dikin. Em ê wan efû nekin, nedin efûkirin.”   COLEMÊRG    Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 113’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Rêveberên DEM partiyê yên navçeyê, Dayikên Aştiyê û malbatên windakiriyan tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ozan Akbaş çîroka Nûrettîn Tûrgût ê dema li Geverê teqsîvaniyê debara xwe dikir, di sibata 1993’yan de hate binçavkirin û qetilkirin û cenazeyê wî li navçeya Tetwan a Bedlîsê hate dîtin, xwend.    Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Sîbel Çaprazê bal kişand ser hevdîtina Serokkomar Tayîp Erdogan a bi Wezîrê Karên Hundir ê berê Mehmet Agarê ku di Doza Susurlukê de ji sûcê “avakirina çeteya çekdarî" hatibû darizandin û ceza lê hatibû birîn û yek ji berpirsyarê bi hezaran cînayetên kiryarnediyar e. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a 2 hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbank a Kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî tev li bûn. Di daxuyaniya vê hefteyê de bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê faîlên jinên hatin qetilkirin hate pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî bi kurdî, rêvebera Şaxa ÎHD’ê Gulay Gun Bîlîcî jî bi tirkî xwend.    Gumuş ku aqûbet û faîlên jinên hatine qetilkirin û windakirin pirsîn, destnîşan kir ku heta ku berpirs hesabê bidin dê dest ji têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin.    RIHA     Şaxa ÎHD’a Rihayê û malbatên windakiriyan, li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hatin bahev. Di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de wêneyê windakiriyan hate hilgirtin û pankarta “Em ê dest ji lêgerîna windakiriyên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê berneden” hate vekirin. Di daxuyaniyê de aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 12’ê adara 1994’an de dema li Sêweregê çû nûçeyê careke din agahî jê nehate wergirtin û hate pirsîn.    Hevserokê Şaxa İHD’ê ya Rihayê Îsmaîl Tutal ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku xizmên windayan ev 30 salan zêdetir e li windakiriyên xwe digerin û ew ê têkoşîna xwe bidomînin   Dû re kekê Babaoglû, Cemal Babaoglû yê axivî, qala pêvajoya windakirina wî kir û anî ziman ku dê pirsîna aqûbeta birayê xwe bidomînin û ji bo faîl werin darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Daxuyanî bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” bi dawî bû.