Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome 2024-03-09 18:25:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeda Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hat destpêkirin, dewam dike.   Nobeda Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hat destpêkirin, di roja 96'an de dewam dike. Li hêwana nobedê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pankarta "Ji bo avakirina jiyana azad, em tecrîdê bişkînin û bibin dengê zindanan" hat daliqandin.   Di tevahiya rojê de gelek kesan serdana nobedê kirin. Di serdanan de hat diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê divê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin.   Çalakvanan di nobedê de tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe ” berz kirin.   ÊLIH   Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li Êlihê hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr di roja 38'an de dewam dike.   Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê ya DEM Partiyê Gulî-istan Sonuk, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, ji bo piştgiriyê serdana çalakgerên nobedê kirin.   Di çalakiya nobetê de bênavber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zîndanan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Çalakiya nobedê bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.   MÊRDÎN   Di Nobeda Edaletê de ya ku Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê dan destpêkirin, li ser mijarên girîng ên di rojeva siyasî de nîqaş hatin kirin. Çalakgerên nobedê perwerdeya kurdî ya ku beriya niha bi demekê dabûn destpêkirin, domandin. Di çalakiya nobedê de bênavber dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.   ÎZMÎR    Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan û bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de hat destpêkirin di roja 37'an de didome. Gelek xizmên girtiyan tevli çalakiya nobedê ya li rêxistina DEM Partî ya Buca û Karşiyakayê bûn. Di nobetê de bênavber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.   Di çalakiya nobedê ya li buroya hilbijartinê ya Navçeya Goksû ya DEM Partiyê de pankarta "Li dijî tecrîdê berxwedan" hat daliqandin. Xizmên girtiyan li vir axivîn û diyar kirin ku divê tecrîd bê rakirin. Xizmên girtiyan bang kirin ku divê di zûtirîn demê de girtiyên nexweş bên berdan. Di nobedê de ji jinên girtî re jî silav hatin şandin.   Di çalakiya nobedê ya li Rêxistina Navçeya Karşiyaka ya DEM Partiyê de xizmên girtiyan diyar kirin ku ew ê bi biryardarî nobeta xwe bidomînin.   Çalakiyên nobedê bi serdanan dewam kirin.