Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin 2024-03-10 09:14:10   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Salîh Gun ê 60 salî ku li girtîgehê tê girtin û li tevî ku cezayê xwe xelas kiriye jî 2 sal in ji ber nasnameya wî ya ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye windakirin, nayê berdan. Serlêdana malbatê ya ji bo derxistina nasnameyê jî nayê qebûlkirin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê ji ber polîtîkayên dethilatdariya heyî zext, êriş û gefên li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyên nexweş ê ku nayên dermankirin bi mirinê û bi rêbazên îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Yek ji van jî girtiyê nexweş Salih Gun e.    Salih Gun, di sala 1992'yaan de bi îddaya "endamtiya rêxistinê" li Antalyayê hat girtin. Salih Gun ê ku heta niha li gelek girtîgehan maye di 32 salan de nexweşiyên mîna şekir, tansiyon lê peyda bûne. Salih Gun ê ku niha di girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncan a Enqereyê tê girtin li tevî xelaskirina cezayê xwe yê ku lê hatiye birîn jî nayê tehliyekirin û her carê înfaza wî tê şewitandin û berdana wî taloqkirin. Wekî hinceta taloqkirina tehliyeya Salih Gun jî, nebûna nasnameya wî tê nişandin. Nasnameya Salih Gun ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye windakirin û ji ber vê nayê berdan. Salih Gun ê ku 60 salî, nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne.    Biraziyê wî Cemîl Gun der barê rewşa wî de axivî.    TEHLIYEKIRINA WÎ 2 SALIN TÊ TALOQKIRIN   Cemîl Gun diyar kir ku tehliyeya apê wî her carê tê taloqkirin û got ku neberdana wî bûye rêbazeke îşkenceyê û wiha axivî: "Temenê wî mezin e û nexweşiyên wî hene. Cezayê xwe xelas kiriye lê belê nayê berdan. Diviya ku di şert û mercên asayî de bihata tehliyekirin lê belê nayê berdan. Rêveberiya girtîgehê nasnameya wî winda kiriye. Îdareya girtîgehê nahêle ku ji nifûsê kesek biçe girtîgehê û şopa tiliya wî bistîne û jê re nasnameyê derxîne. Ji bo ku nasnameyê dernexîne jê re astengiyê derdixin. Şûna ku rêveberiya girtîgehê kom bibin û ji bo berdana wî daxwaza tehliyekirina wî bikin wê jî nakin. 30 sal ceza jê re hatibû birîn. Lê ev 2 salin ku bêhiqûqî tê ragirtin. Bi domdarî înfaza wî tê şewitandin. Di van 30 salan de her carê yek hûcreyê de hatiye ragirtin. Ev ji bo ku mirovan bikujin vî rêbazî diceribînin."   SERLÊDANA JI BO DERXISTINA NASNAMEYA NAYÊ QEBÛLKIRIN   Cemîl Gun da zanîn ku serlêdanên ji bo derrxistina nasnameyê tên kirin jî nayên qebûlkirin û daxwaz kir ku apê wî bê berdan û got: "Piştî ku mirovek 30 salan di girtîgehê de ma piştre dikare çi bike? Heta niha li 10 girtîgehan geriyaye. Di bin tecrîdeke giran de ye. Dema ku radikin revîrê jî pirsgirêkên wî yên nexweşiyê derbasî pergalê nakin. Di yek hucreyê de dimîne. Ev jî hem ji aliyê maddî û hem jî manewî ve pirsgirêkên mezin derdixîne pêşiya wî. Ji bo şertên jiyanî jî ev rewşa ku ew niha tê de ji wî re giran tê. Emeliyat bûye û çavê wî kêm dibîne. Tendûristiya wî jî nebaşe. Ev çend carin ku weke malbat em serlêdan dikin ew dike lê serlêdan nayê qebûlkirin. Lê rêveberiya girtîgehê dibe asteng û nahêle. Daxwaza me ew e ku bes înfaza van mirovan bişewitînin. Ev 32 salin ev mirove di bin tecrîteke giran û îşkenceyê de ye. Hemû seat û rojên wî îşkenceye. Em dixwazin bê tehliyekîn û daxwaz dikin ku bê tehliyekirin."    MA / Zeynep Durgut