Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm! 2024-03-10 11:11:41   COLEMÊRG - Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê bajar Îsmet Olmez ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi belavkirina pereyan dimeşîne da û got: “Yên ku siyaseteke ku AKP’iyan jî dide şermê dikin nikarin bibin hezkiriyên vî gelî.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku namzetê şaredariyê yê AKP’ê Îsmet Olmez di xebatên xwe yên hilbijartinê de bertîlê dide gel. Di daxuyaniyê de hat gotin ku namzetê AKP’ê Olmez xebatên xwe bi belavkirina pereyan dimeşîne û ev tişt hatin parvekirin: “Xelkê Colemêrgê bi çanda xwe tê zanîn û wisa xuya dike ku ên dibêjin qey dê îradeya xelkê bajar bi alîkariyên bertîlê bikirin,  xwe û nirxên xwe ji bîr kirine. Ewqas xwe ji bîr kirine ku hêj jî ne di wê ferqê de ne ku bêhurmetiyê li dijî gelê bajar dikin.”    'AKP’Î JÎ ŞERMÊ JI XWE DIKIN’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ji kesên vê kampanyaya gelê me biçûk dixe dimeşînin re wiha dibêjin; pereyê ku hûn weke her tiştekî dibînin û di rêya wê de her tiştek ji bîr kirî, ji bo wan dayikan hîç wateya wê nîne. Jinên colemêrgî ew jin in ku bi sekna xwe nirx û egîd afirandine. Pereyê ku kesên li ser van dayikên hêja siyaseta kirêt û biçûkxistinê dimeşînin li kolanan belav dikin, pereyê wê zîhniyetê ye yê ku ew weke namzet nîşan dane. Ne hed ne jî heqê tu kesekî nîne ku xelkê Colemêrgê ewqas biçûk bixîne. Heta kesên herî AKP’î jî dibêjin ‘ewqas jî nabe, êdî şermê ji xwe dikim’ û ‘bi sala ye di nava siyasetê de me lê min kirêtiyeke wiha nedîtiye.’ Weke partî em jî ji van rewşan re wiha dibêjin; yên ku siyaseteke ku AKP’iyan jî bi xwe dide şermkirin dimeşînin, nikarin bibin hezkiriyên vî gelî. Yên ku bi peywir û pereyê ku jê re hatiye şandin hewl didin vî gelî biçûk bixin, nikarin bibin hezkiriyên vî gelî. Ew tenê dikarin bibin fîgûran. Kesên hewl didin bi aqilê vî gelê bilîzin bila baş bizanin ku bîra vî gelî gelek xurt e û baş di ferqa wan û tiştên dixwazin bên kirin de ne.”