Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd 2024-03-10 13:31:25   AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di deklarasyona Newrozê de axivî û wiha got: “Çareseriya pirsgirêka kurd girêdayî azadiya birêz Abdullah Ocalan e.” Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî banga “werin em bi hev re pirsgirêka kurd çareser bikin” kir.    Newroza îsal dê 57 jê navend bi sedan cihan bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyên Newrozê dê di 15’ê adarê de li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê ya Xarpêtê were dayîn. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) deklarasyona Newrozê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li Amedê eşkere kirin.    Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û aktîvîsta TJA’yê Dîlen Guvenç tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de flamayên “Newroz Pîroz” û “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hatin daliqandin.    Deklarasyon ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. Piştre jî aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç axivî.    GUVENÇ: RUHÊ NEWROZÊ RUHÊ AZADIYÊ YE    Guvenç, got ku Newroz nîşaneya jiyana nû ye û bi taybet jî ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên qedîm ên Mezopotamyayê tê wateya jiyana nû. Guvenç, wiha dom kir: “Ev jiyana nû, di heman demê de remza berxwedana li dijî îktîdarên zalim e. Heke li deverekê berxwedan û têkoşîn hebe, li wir ruhê Newrozê jî heye. Lewma jî Newroz berxwedan e. Weke her sal, em îsal jî Newrozê di pêvajoyeke ku zext û zoriyên giran li ser jinan û gelan de pêşwazî dikin. Di pêvajoyeke ku tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan û girtîgehan de pêşwazî dikin. Weke her sal em ê îsal jî agirê Newrozê pir geş vêxin. Em ê bi agirê Zekiye, Rahşan û Semayan, agirê Newrozê geştir bikin. Di serî de jinan, em hemû kesî bi ruhê ‘Rabe, dema azadî û serkeftinê ye’ vedixînin qadên Newrozê.”    UÇAR: DIVÊ EM BIKIN KU OCALAN AZAD BIBE    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bi zaravayê kurdî yê kirmanckî axivî û got ku Newroz berxwedan e. Uçar, wiha domand: “Newroz, di destê Kawa de mirc, di destê Mazlum de pêt, di destê Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan de wijdan e. Zext û zordariya li ser elewiyan, kurdan û jinan wê demê qet kêm nebûn. Niha jî li ser her qadên jiyana me zext hene. Dewlet baş dizane ku heke pirsgirêka kurd bi awayekî civakî neyê çareserkirin, dê çi pirsgirêk çareser nebin. Birêz Abdullah Ocalan ev nêzî 25 sal in bênavber tecrîdkirî ye. Vê tecrîdê ji bilî şer û mirina jinan tu tiştek bi xwe re ne anî. Heke tecrîd bi dawî bibe dê azadî û aştî çêbibe. Weke kesên têdikoşin divê em tecrîdê ji holê rakin û bişikînin. Divê em bikin ku birêz Ocalan azad bibe. Weke ku me di 8’ê Adarê de jî gotî, em ê di Newrozê de jî bibêjin; ‘çareserkirina pirsgirêka kurd girêdayî azadiya birêz Ocalan e. Welatekî demokratîk, girêdayî azadiya birêz Ocalan e.”   HATÎMOGÛLLARI JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD BANG KIR    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî Newroz bi zimanê erebî pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd ev sed sal in li vî welatî didome û ne tenê li Tirkiyeyê, em dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin. Em ê vê israra xwe bidomînin. Girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û pirsgirêka kurd bi rêyê aştiyane çareser bibe. Li derve jî dayik bi heman mebestê Nobeta Edaletê li dar dixin. Divê ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke statûyê ye. Bi statûya her çar parçeyên Kurdistanê dikare were çareserkirin. Me gelek caran ji bo çareseriyê bang kir. Heke Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike wê demê dikare ji bo Rojhilata Navîn banga aştiyê bike. Em careke din bang dikin; werin em pirsgirêka kurd bi hev re çareser bikin, tecrîdê rakin û bikin ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”   Piştî axaftinan govend hate gerandin û daxuyanî bi dawî bû.