Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin 2024-03-10 14:07:40   NAVENDA NÛÇEYAN – Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê di nava hefteyekê de 16 kes revandin.    Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk di hefteya ewil a meha adarê de li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 16 kes revandin. Navenda Belgekirina Sûcan a Efrînê têkildarî sûcên li Efrînê tên kirin raporeke berfireh parve kir.    Kesên ji hêla koma paramîlîter a bi navê El Ceyş El Wetenî ve hatine revandin ev in: “Ziyad Şeref (49), Ebdurehman Şeref (62), Salan Dilo (58) Kamîran Dibo Seydo (44), Rozalîn Kemal Mûrad û hevjînê wê Ebduhenan Mihemed (70) û kurê wan Şerzad Fethî Mihemed, Omer Reşo (43), Nîhad Hesen (37), Ziyad Reşîd Mihemed (48), Ferhad Henîf Mihemed, Gîvara Îbrahîm Mihemed, Mihemed Elî Hemke Hesen, Mihemed Ridvan Mistefa, Ehmed Îbrahîm Henan (48) û Rizan Şêx Mihemed (36).”