Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin 2024-03-10 14:44:52 RIHA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qerejdaxê bi gel re hate gel hev û got ku dê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin.  Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li gundê Şêxûlî yê navçeya Sêwereg a Rihayê tev li hevdîtina bi gel re bû. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen û Golşen Ozer û namzetên Sêweregê Alî Dusak û Yildiz Çetîner jî di nav de girseyeke qelebalix şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir. Hevdîtina li herêma Qerejdaxê hatiye kirin bi coş dom kir. Welatiyan şande bi nîşaneyên serkeftinê û tililiyan pêşwazî kir. Bi sedan kes tev li hevdîtinê bûn. Hatîmogûllari di hevdîtinê de axivî û bertek nîşanî girtina 17 endamên partiyê da.    POLÎTÎKAYÊN ÇANDINIYÊ REXNE KIR   Hatîmogûllari bal kişand ser mitînga serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li duh li Rihayê li dar xistibû û wiha got: “Hevserokê wan ê bajar di mitîngê de hate protestokirin. Xelkê Rihayê bersiv da AKP’ê. Erdogan gotiye ‘em ê siyaseta xizmetê bikin.’ Ez ji we dipirsim; gelo heta niha ji bo Rihayê çi xizmet kirine? Xelkê Rihayê îro bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ye. Ciwanên me ji ber bêkariyê dikevin rêyên koçberiyê. Riha bajarê çandiniyê ye. Vê îktîdarê li Tirkiyeyê çandinî tune kilr. Kota danî ser pembû û tûtinê. Riha herî zêde dikare debara xwe bi çandiniyê bike lê destûrê nade. Karker, cotkar û hilberîneran teşwîq nake. Binêrin, hêj jî rûxseta bazara sewalan li vir nehatiye girtin. Sewelkarî mexdûr kiriye. Sewalkariyê teşwîq nake. Hûn cotkarên hêja bi xwe dizanin bê ka êmê heywanan çiqasî biha ye.”    ‘EW RÊ NIZANIN LÊ NELIRÊTIYÊ BAŞ DIZANIN’    Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser krîza aborî û ev tişt anî ziman: “Xelk baş dizane bê ka çi dijî. Haya wî ji pariyê nakeve malê heye, haya wî ji şîrê nikare bikire heye. Dema nikare zarokên xwe bişîne dibistanê hay jê heye. Ev xizanî ne tenê li Rihayê heye, 50 milyon welatiyên me bi birçîtî û xizaniyê re rû bi rû ne. Hûn xwişk-birayên min ên ajokar baş dizanin ku rêyê gundên vê derê xerab in. Ji bo çêkirina rêyan gelek caran daxwaz kirin lê çênekirin. Ev nizanin rêyan çêkin lê baş dizanin nelirêtiyan bikin. Şaredariya Sêweregê di sala 2023’yan de ji bûdçeya xwe 40 milyon TL tenê ji bo kirêkirina wesayîtan xerc kiriye. Bûdçeya sala 2024’an ku milyarek û 329 milyon TL ye jî di nava çendek salan de pêşkeşî alîgirên xwe kir. Xizmeta wan di bin erdê de be.”    ‘DÊ DEM PARTÎ LI SÊWEREGÊ BI SER KEVE’    Hatîmogûllari, got ku DEM Partî dê hem Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hem jî Şaredariya Sêweregê bi dest bixe û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê mohra xwe li dara DEM Partiyê bidin ku jiyanê dide Anatoliya û Mezopotamyayê. Em ê Rihayê jî Sêweregê jî bi dest bixin. Bi vê yekê re dê li gel tevahiya gelên Rihayê bi hev re fêkiyên wê darê kom bikin. Ez axaftina xwe bi hunermend Şivan Perwer ku yek ji hunermendên herî hêja yê vê xakê ye bi dawî dikim; ‘Serhildan jiyan e, berxwedan jiyan e.’”   Piştî axaftinan govend hate gerandin û hevdîtin bi dawî bû.