Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin 2024-03-10 14:50:47   AMED - Piştî eşkerekirina deklarasyona Newrozê li navçeya Bismilê agirê Newrozê hate vêxistin.    Newroza îsal dê li 57 navendan û sedan cihan bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Deklarasyona Newrozê îro li Amedê hate eşkerekirin. Piştî bidawîbûna deklarasyonê,  li gundê Îsapar ê navçeya Bismil a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin. Welatiyên ku li dora agirê Newrozê hatin gel hev, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.