Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin 2024-03-10 14:57:47   MÛŞ - TUAY-DER bi tevlibûna gelek kesan çû serdana Mehmet Emîn Turk û Şeref Turk ku piştî 30 salan hatin tehliyekirin.    Nûnertiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Mûşê bi girseyî çû serdana Mehmet Turk ê di 1’ê adarê de hatibû tehliyekirin û Şeref Turk ê di 8’ê Adarê de hatî tehliyekirin. Girtiyên 30 salan li mala xwe hatin ziyaretkirin û namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Mûşê Sirri Soylemez û Tûba Sayilgan, Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz û gelek kes tev li serdanê bûn.    Şeref Turk di hevdîtinê de got ku wan 30 salan partî li ser telefîzyonê şopandine û ev tişt anî ziman: “Helbet em em azad in. Bêguman ev azadiyeke dilxemgîn e. Em êdî partiyê ne li ser televîzyonan, em ê ji nêztir ve bibînin. Em ê bi hev re bimeşin û bi hev re bibînin.”