Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin 2024-03-10 16:49:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê di tevahiya rojê de gund bi gund û navend bi navend xebatên hilbijartinê kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbjartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li gelek bajaran xebatên xwe domand.    ŞIRNEX      Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Cizîr a Şirnexê Guler Tunç û Abdurrahîm Durmuş çûn serdana esnafên li Xaçerêya Dortyolê û Parka Ataturkê. Namzetên hevşaredariyê bi welatiyan re civiyan û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.    Namzetên heveşdariyê yên Hezexê Turkan Kayir û Dogan Adibellî jî li gel partiyiyan çûn serdana gelek welatiyan.    Namzetên Silopiyayê Jiyan Ormanli û Rênas Onuk jî çûn serdana şêniyên taxê Başak û Barbarosê. Namzetên Elkê Beybûn Aslan û Egît Yîgît jî û namzetên Qilebanê Ferîde Ender û Alî Urek jî îro çûn serdana esnafan.    BEDLÎS      Xebatên hilbijartinê yên li Bedlîsê jî didomin. Namzetên hevşaredariyê yên Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya û Nezîr Karabaş, li pastaxaneyeke bajêr bi rojnamegerên bajar re di xwarina taştê de hatin gel hev. Gelek rojnameger û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan jî tev li bûn.    Namzetan di hevdîtinê de pirsên rojnamegeran bersivandin û projeyên xwe vegotin. Karabaş, da zanîn ku dê ji bo jin û ciwanan qadên aktîvîteyên civakî ava bikin û wiha got: “Em ê ji bo jinan jî qadên îstîhdamê ava bikin. Em ê hewl bidin jinan daxilî hemû qadên jiyanê bikin. Di qada sporê de ne tenê zilam, em ê qadan ava bikin ku jin jî tê de cih bigirin. Dê ji bo konferansan, çalakiyên wêjeyî û mîhrîcanan qadan ava bikin. Her wiha yek ji mezintirîn pirsgirêka Bedlîsê veguhestine. Em ê vê pirsgirêkê ji holê rakin. Dê dawî li talan û rantê bînin. Dê li her taxê parkan ava bikin. Dê qadên ku malbat bi rehetî lê rûnin û zarok lê bilîzin ava bikin. Dê tevahiya çavkaniyên bajar ji bo gel xerc bikin. Em ê di nav gel de bin. Em ne walî û kesên tayînkirî ne. Em ji gel bi xwe ne.”    ‘EM SOZ DIDIN WAN Û DÊ PÊK BÎNIN’   Karabaş, wiha bersiva pirsa rojnamegeran a “Gelek partiyan li Bedlîsê namzetên xwe nîşan dan. Tişta ku we ji van partiyan cuda digire çi ye?” da: “Sozên AKP’ê yên sala 2004’an û yên niha heman soz in. Temînata me, şaredarvaniya me ya serdemên berê ne. Em ê tevahiya projeyên xwe pêk bînin. Heke em îro bibêjin dê bikin, dema sibe em hatin hilbijartin jî dê bi gel re pêk bînin. Ferqa me ev e; ew îktîdar in lê em ne îktîdar in. Ew soza ‘em ê bikin’ didin û nakin, em jî pratîka xwe xwe raber dikin.”    BAL KIŞAND SER NÛNERTIYA WEKHEV   Sumeyye Kizilkaya jî bal kişand ser pergala hevserokatiyê û girîngiya nûnertiya wekhev vegot. Kizilkaya, anî ziman ku bi pergala hevserokatiyê re jin û mêr xwedî heman mafan in û wiha got: “Feraseta esasî ya partiya me, têkoşîna jinan e. Dema me şaredarî bi dest xist, dê jin di her qadên jiyanê de cih bigirin. Di şaredariyê de em ê bêhtir cih bidin xebatkarên jin.”    DÊRSIM      Xebatên hilbijartinê yên “Tifaqa Dêrsimê” ku DEM Partî jî di nav de ye bênavber didomin. Komeke ku ji Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu û namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak pêk dihat, bi ajokarên mînîbûsan ên bajar re hevdîtin kir. Namzetan li daxwazên ajokaran guhdarî kirin û wiha gotin: “Krîza aborî ne tenê li ser gelê me, bandoreke mezin li ser kedkaran jî dike. Em ê bi destên hev bigirin û pirsgirêkên bajarê xwe çareser bikin.”    Şandeya tifaqê her wiha çûn serdana esnafên li bazara gel a Taxa Sihenkê û şêniyên taxê.    RIHA      Namzeta hevşaredariyê ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Rahşan Yazar, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û gelek kes di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana gundê Kevirreşê Jor. Partiyî di ketina gund de bi coş hatin pêşwazîkirin û piştre bi gel re hevdîtin hate kirin. Hevdîtin piştre li gundê Kevirreşê Jêr berdewam kir. Omer Ocalan di hevdîtinan de got ku bihara li pêşiyê dê ji bo kurdan bibe “bihara azadî û yekitiyê.” Namzetê hevşaredariyê Ugur Kahraman jî li navenda navçeyê û taxan tev li civîn û serdanan bû.    Namzetên hevşaredariyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan jî ji bo ewlehiya sindoqan bi Komîsyona Hiqûqê re hevdîtin kir. Namzet piştre jî çûn serdana şêniyên gundê Kadikoyê. Namzet bi pêtalan hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de dîmenên rengîn derketin holê û qada hevdîtinê bi alên partiyê hate xemilandin. Di hevdîtinê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.      Namzet Înan di hevdîtinê de got: “AKP’ê bi xwe re ji bo Wêranşarê tenê wêranî anî. Em ê Wêranşarê jinûve ava bikin.” Yorgun jî wiha got: “Partiya me partiya jinan e, partiya wekhevî ye, azadiyê û têkoşînê ye. Em ê tu cihêkariyê nekin û xizmetê ji gelê xwe re bikin.”    Namzetên navçeya Halîlîliyeyê Sema Ateş û Suphî Yilnaci çûn serdana şêniyên taxên Îckara yên Jorîn û Jêrîn, Yeroluk, Canoglû, Sarişik û Akorenê. Namzetan di civînên bi gel re de projeyên xwe vegotin û piştgirî xwestin.    Li Pirsûsê jî namzet Ayten Kaya û Muslum Baran çûn serdana şêniyên gundên Acemî, Zoncîk, Dewşan Şaman, Zehvan û Kapiciyê. Li hemû gundan jî bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Namzetên navçeya Eyyubiyeyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş jî li gundê Xanzîkê xebatên xwe domandin. Xebatên hilbijartinê di tevahiya rojê de berdewam kirin. Namzetên Bêrecûkê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Manas jî li navenda navçeyê çûn serdana welatiyan û piştgirî xwestin.