Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin 2024-03-10 17:32:27   ENQERE - Yek ji 4 endamên ESP’ê yên bi serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin Gokçe Otlû hate binçavkirin.    Li Enqereyê di 8’ê adarê de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Kahraman Yilmaz, Alî Yildiz, Gokçe Otlû û Bûrcû Dûrak, di saetên serê sibê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û biribûn Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Enqereyê.    Kahraman Yilmaz ê divê sibê ji mejiyê xwe emeliyat bibe di heman rojê de (8’ê adarê) êvarî îfadeya wî hatibû wergirtin û hatibû berdan. Îro jî Alî Yildiz, Gokçe Otlû û Bûrcû Dûrak sewqî edliyeyê hatin kirin.    Piştî îfadeyên li dozgeriyê Yildiz û Dûrak ji bo ku bi şertê kontrola edlî bên berdan, Otlû jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Yildiz û Dûrak hatin berdan û Gokçe Otlû jî bi îdiaya “endamtî û propagandaya rêxistinê” hate girtin.