DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin 2024-03-10 20:09:49   ENQERE - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ODTU’yê foruma “Bajarên Azad” li dar xist, li navçeya Keçîoren a Enqereyê û navçeya Karatay a Konyayê jî buroyên hilbijartinê vekirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li avahiya Komeleya Mezûnên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) bi serenavê “Bajarên Azad” forûm li dar xist, li navçeya Keçîoren a Enqereyê û navçeya navendî ya Karatay a Konyayê jî buroyên hilbijartinê vekirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Enqereyê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, Namzetên Hevşaredariyê yên Çankayayê yên DEM Partiyê Turkan Demîr û Tanjû Gunduzalp tev li bûn. Li eywana ku forûm lê hate lidarxistin pankarta “Bi vîna jinê ber bi demokrasiya herêmî ve” hate daliqandin. Her wiha ji bilî Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Enqereyê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, Namzetên Hevşaredariyê yên Keçîorenê yên DEM Partiyê Guler Aydin û Sadik Yildiz, Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê tev li vekirina buroyê ya li Keçîorenê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Konyayê Mûlla Şîmşek jî di vekirina buroyê ya li Konyayê pêk hat de axivîn.    ‘EM ŞAREDARVANIYEKE KU GEL TEV Lİ RÊVEBERIYÊ BIBE PÊŞNIYAR DIKIN’    Turkdogan ê di forûmê de axivî, wiha got: “Em dixwazin rêveberiyên herêmî yên ne navendî ji nû ve ava bikin. Em xweseriya îdarî, aborî û siyasî ya rêveberiyên herêmî pêşniyar dikin. Ev pir girîng e û bê guman tişta herî girîng di pêkanîna vê modelê de rakirina astengiyên li pêş beşdarbûna gel di rêveberiyê de ye û em pêşniyara beşdarbûneke ku vê yekê di nav xwe de dihewîne dikin.   Turkdogan ê pişt re li buroya hilbijartina ya Keçîorenê axivî, li vir jî destnîşan kir ku kesên ji têgeha lihevkirina bajêr ditirsin hene û wiha got: “Lihevkirina bajarî çi ye? Li bajarekî, dînamîkên wî bajarî hene. Ji bo çareseriya herî guncaw a wî bajarî gel, bawerî, cemaet, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên girseyî, serokên nêrînan hene û pêşniyar tên pêşxistin. Li ser vê bingehê cih û mijarên me hene ku me biryar daye ne tenê bi hin partiyên siyasî re, bi avahiyên cuda yên siyasî, rêxistinên girseyî yan jî bi temamî li gorî daxwazên bingeha xwe. Wekî ku hevala me Gultan Kişanak gotî; Em bûn namzet ku li her dera Tirkiyeyê pirên aştiya civakî ava bikin.”   Namzetên Hevşaredariyê yên Keçîorenê yên DEM Partiyê Guler Aydin û Sadik Yildiz jî diyar kirin ku ev hilbijartineke şerê hebûn û nebûnê ye û wiha gotin: “Em li ser vê axê bi hezaran sal in hebûn û hene. Kokên me di kûrahiya Cûdî, Gabar û Mûnzûr de ne.    Hevserokê DEM Partiyê yê Konyayê Mûlla Şîmşek jî di vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya navendî Karatay a Konyayê hate lidarxistin de axivî. Şîmşek, gotinên namzetên şaredariyê yên Afyonkarahîsar û Bolûyê yên CHP’ê rexne kirin û bal kişand ku Konya bajarê Mevlana ye.