Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin 2024-03-10 22:35:47   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê û xwendewanên tipê dixwînin di çarçoveya 14’ê Adarê Cejna Tipa Alternatîf de li Amedê şahiyek li dar xistin.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê û xwendewanên tipê dixwînin piştî 5 salan bi boneya “14’ê Adarê Cejna Tipa Alternatif” şahiyek li dar xistin.    Xwendekarên li Amed, Riha û Wanê beşa tenduristiyê dixwînin û saziyên tenduristiyê bi boneya “Cejna Tipa Alternatif” bi dirûşma “Tenduristiyê bike civakî, jiyanê azad bike” li Eywana Dawetê ya Elît a Tesîsên Demîrok a li navçeya Yenîşehir a Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de pankartên “Perwerdehiya bi Zimanê zikmakî mafekî bingehîn e”, “Nexweşiya heri mezin bindestiya civakî ye”, Li dijî pergala ku nexweşiyan diafirine tenduristiya civaki ava bike” hatin vekirin. Tevî endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Odeyên Bijîşkan, Odeya Bijîşkên Diranan tev li şahiyê bûn.    TENDURISTÎ CIVAKBÛN Û JIYANA AZAD E   Şahî bi deqeyekê rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de dest pê kir. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran a di şahiyê de axivî, bal kişand ser polîtîkayên desthilatê yên  tenduristiya civakê xerab dikin û wiha got: “Tendurîstî ne tenê emeliyat, derman û pansûman e di heman demê de jiyana azad û civakbûn e. Em li gel karê xwe têkoşîna azadî û demokrasiyê didin.   EM TAVÎZ NADIN   Zanîngeh bi feraseta baviksalar û zayendperest tên birêvebirin lê em tavîz nadin. Em ê di hemû qadên jiyanê de xwe biparêzin”   ZANÎNGEHÊN AZAD, SERBIXWE , DEMOKRATÎK   Zîlan Çelîker a li ser navê xwendekarên tenduristiyê axivî, destnîşan kir ku divê zanîngeh azad, serbixwe, demokratîk bibin, da zanîn ku bi feraseteke navendî nayên birêvebirin û got: “Xwendekar di nav xizaniyê de dixwînin, di wargehan de di nava asansoran de dimirin, di wargehên tarîqetan de neçarî xwe kuştinê dibin. Ev ne çarenûs e, cinayet in.”   ZANÎNGEHÊN AZAD, SERBIXWE , DEMOKRATÎK   Hevserokê SES’a Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî destnîşan kir ku desthilat bi feraseta qeyûm û talanê saziyên wan dane girtin û wiha got: “Em ê xwe bi rêxistin bikin û wan saziyan xwe yek bi yek vekin.”   Piştî axaftinan Koma Sorjiyan û hunermend Şîlan Dora bi stranên şoreşgerî û salên 1990’î eywan hejandin. Ciwanan li ber stranan govend gerandin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.