ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-11 09:00:05     * Ji bo gundê kurdên elewî Kapazê ku xebatên kana xîz û keviran lê tên kirin, niha jî projeya bendavê di rojeve de ye. Şeniyên gund bertek nîşanî projeyê dan û gotin ku dewlet dixwazê xwezeya wan talan bike û banga piştevaniyê kirin.   * Namzetên Hevşaredariyê yên Qereyaziyê yên DEM Partiyê Bahar Goksu û Fûat Tûtkûn diyar kirin ku armanca wan ew e ku li Qereyaziyê bi dengekî zêde şaredariyê bidestbixin û diyar kirin ku hedefa wan a ewil îstîhdam e.    * Hunermendên ku dê di Newroza îsal bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were pîrozkirin de derkevin ser dikê diyar bûn.    * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê lig elek bajaran berdewam bike. (09.00-18.00)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê li Bedlîs û Mûşê tev li hevdîtinên bi gel re bibe. (10.00-15.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê berdewam bike. (11.00-17.00)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê dê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyê bide. (11.00)    * Li Stenbolê têkildarî Newroza 2024’an dê deklarasyona were aşkerekirin. (12.00) ZINDÎ