Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan 2024-03-11 11:08:09   MÊRDÎN - Rêveberiya qeyûm a ku çavkaniyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji şaredariyên AKP’î re dişîne, beriya hilbijartinên 31’ê Adarê bi hinceta “fînansekirina vebêrhenan” şaredarî deyndar kir.    Rêveberiya qeyûm a ku çavkaniyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo projeyên ne ji bo gel xerc kirî û pêşkeşî alîgirên îktîdarê kir, şaredarî xistiye bin deynên mezin. Rêveberiya qeyûm bi vê jî bisînor nema û beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî, gelek neguhêzbar dewrî Serokatiya Koordînasyona Şopandina Vebêrhenan (YÎKOB) a Walîtiya Mêrdînê kir.    Rêveberiya qeyûm ku Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) ya aydê şaredariyê zêdetirî 2 milyar lîreyan deyndar kir, dîsa serî li rêbaza deynkirinê da.    Di biryarên Meclisa Şaredariyê yên berê de ku ev meclis ji hêla qeyûm ve hatiye avakirin, hem navên kesên di van biryaran de xwedî raye û hem jî mixdarê deyn dihat eşkerekirin. Lê piştî ku ev biryar bûn mijara mûçeyan, di biryarên dawî yên meclisê yên di mehên çile û sibatê de kitekitên van biryaran nehatin eşkerekirin.    BIRYARÊN DEYNKIRINÊ   Rêveberiya qeyûm di civîna meha çileyê de du biryarên deynkirinê da. Yek ji van têkildarî krediya ku dê ji Banka Îllerê were girtin bû. Di biryarê de wiha hate gotin; “Têkildarî krediya ku dê ji Şîrketa Anonîm a Banka Îllerê were bikaranîn de ji bo her cureyên kirariyan raye hatiye dayîn.” Lê belê nehat destnîşankirin bê ka ev raye ji kê re hatiye dayîn û dê ev kredî bi kîjan armancê bê bikaranîn.    Di biryareke din jî wiha hate goti: “Biryara hate dayîn ku ji bo di fealiyetên vebêrhenan de bê bikaranîn, ji Şîreketa Anonîm a Banka Îllerê Krediya Neqdî were bikaranîn.”    Di civîna meclisê ya meha sibatê de jî biryar hate dayîn ku ji Banka Îllerê û Bana Halkê deyn were girtin.    Di vê çarçoveyê de sê biryarên cuda hatin dayîn û di biryaran de hate gotin ku bi hinceta “fînansekirina vebêrhenan” dê ji Şîrketa Anonîm a Banka Îllerê krediya neneqdî bê bikaranîn. Di biryara duyemîn de jî biryar hate dayîn ku bi hinceta “fînansekirina vebêrhenan” bi temînata Banka Îllerê li Banka Halkê kredî were bikaranîn.    Di biryareke din a rêveberiya qeyûm de jî hat destnîşankirin ku bi hinceta “fînansekirina vebêrhenanên sala 2024’an” li Banka Îllerê yan jî bankên cemaweriyê kredî were bikaranîn û ji bo vê jî ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê destûr were standin.    ÇAVKANÎ JI ŞAREDARIYA AKP’Î RE HATIN ŞANDIN    Beriya niha du caran di bin navê “alîkariya neqdî” de ji Şaredariya Midyadê ya AKP’î re 10 milyon TL pere hatibû şandin û di civîna meha çileyê de careke din biryar hate dayîn ku ji heman şaredariyê re dîsa pere were şandin. Di biryarê de hat îdiakirin ku ev pereye ji bo temamkirina projeyên şaredariyê hatine şandin.    Rêveberiya qeyûm, di civîna meha sibatê de jî careke din bi heman hincetê biryar da ku ji Şaredariya Midyadê ya AKP’î re çavkaniyê veqetîne. Lê belê mixdarê vê çavkaniyê nehat diyarkirin.     MA / Ahmet Kanbal