Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin 2024-03-11 11:46:58   ŞIRNEX - Qedexeya li herêma Çiyayê Gabarê ku di nava sînorên Şirnexê de ye cara 6’emîn ji bo 15 rojan weke “herêma ewlekariya taybet” hate dirêjkirin.    Ji bo herêma Çiyayê Gabarê ku di nava sînorên navenda Şirnexê û navçeya Basayê de dimîne, careke din biryara qedexeyê hate dayîn. Walîtiya Şirnexê di daxuyaniyê de da zanîn ku herêma behsa xeberê di navbera 11 û 25’ê adarê de ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin.    Bi biryara dawî re qedexeya ji bo herêma Çiyayê Gabarê bû cara 6’emîn ku tê dirêjkirin.