Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe 2024-03-11 11:51:42 RIHA -Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Pirsûsê axivî û wiha bal kişand ser tifaqa AKP-MHP’ê: “Divê çi kurd dengê xwe nedin AKP’ê. Her dengê ji ampûlê re tê dayîn ji bo MHP’ê diçe.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li navçeya Pirsûs a Rihayê tev li hevdîtina bi gel re bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re li taxa Elîgorê bi çîçekan hatin pêşwazîkirin û piştre jî bi konvoyeke dirêj a wesayîtan derbasî navçeyê bûn. Welatiyên li derdorê jî şande bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kir.    Hatîmogûllari li pêşiya buroya hilbijartinê ji hêla girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin. Hatîmogûllari, bertek nîşanî girtina 17 endamên partiyê da û ev tişt anî ziman: “Pirsûs, xetekî têkoşînê ye. Yên ku dibêjin qey dê bi zextên xwe me bêdeng bikin, bila li operasyon û encamên hilbijartinê yên berê binêrin. Em ê wê zîhniyeta ku şaredarî bi bloqên betonan veguherandine girîgehê hilweşînin. Havînê em hatin serdana Pirsûsê û me bi çavên xwe dît bê ka Pirsûs çawa tê cezakirin. Wê demê rê nehatibûn çêkirin û di nava tozê de bûn û niha jî her dever herî ye. Dê gelê me li ser sindoqê bersiva pêwîst bide.”   ‘EM Ê BI HEV RE BIXEBITIN’   Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê hem Pirsûsê hem jî Şaredariya Bajarê Mezin bi dest bixin. Divê çi kurd dengê xwe nedin AKP’ê. Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn, ji MHP’ê re diçe. Divê em vê rastiyê bi her kesî re parve bikin. Cihên ku nikarin bi hilbijartinê bi dest bixin jî hewl didin bi hilbijêrên sexte bi dest bixin. Hilbijêr li gelek deveran hatine veguhestin lê belê em ê vê hewldanê vala derxînin. Em ê pirsûsiyên li derve bi hev re bînin. Bila her kes li rêbera telefona xwe binêre û ji bo hatine vê derê arastayî avahiyên DEM Partiyê bike. Em ê bi hev re bixebitin û hem Şaredariya Bajarê Mezin hem jî ya Pirsûsê bi dest bixin.”    Hevdîtin bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre jî çûn serdana esnafan.