Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin 2024-03-11 12:17:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku girtiyên siyasî Îsmaîl Tuzun û Sedat Şîmşek ên sirgunî Girtîhên Kirşehîrê hatin kirin, ji ber li dijî lêgerîna tazî derketine hatine derbkirin.     Di serdema desthilata AKP’ê û MHP’ê de tundiya li girtîgehan a li ser girtiyên siyasî derketiya asta herî jor. Zext û tundiya li ser girtiyên siyasî ranawest e û sînoran nas nake. Li aliyekî tundî li girtiyan tê kirin li aliyê din jî bi sirgunan malbatên wan mexdûr dikin. Roj nîne ku em agahiyên nebaş ji girtîgehan nebihîzin. Di 8’ê adarê de girtiyê bi navê Îsmaîl Tuzun ê ku 20 sal e girtî ye ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê kirin. Di vê pêvajoya sirgunê de Tuzun rastî gelek tundî û binpêkirinên mafan hat. Tuzun, serborî û serpêhatiyên xwe bi rêya malbata xwe ji rojnameya Xwebûnê re ragihand.    Malbata Tuzun, destnîşan kir ku Îsmaîl Tuzun bi telefonê li wan geriya ye û ev tişt parve kiriye; “Roja înê (8’ê Adara 2024) ji nişka ve hatin qawişê û ji min re gotin tu sirgun dibî. Nehiştin ez xwe amade bikim, alav û amûrên xwe kom bikim, ez anîm Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê. Li vê derê xwestin li ser min lêgerîna tazî pêk bînin. Min ev yek qebûl nekir. Min avêtin erdê û bi amadebûna Sergardiyan û Midûrê Girtîgehê li min dan, tundî û îşkence li min kirin.  Piştî îşkenceyê min avêtin hucreya yek kesî. Ji ber derba gardiyanan laşê min diêşe lê min derman jî nakin. Her wiha destûr nedan ku ez agahiya sirgunê bidim malbatê.”   Malbatê bi berdewamî destnîşan kir ku Tuzun girtiyê nexweş e û di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de ye û xwest demildest dawî li vê tundiyê li ser Tuzun bê anîn û ew bê dermankirin.   VEGOTINÊN ŞÎMŞEK    Sedat Şîmşek ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Edeneyê tê ragirtin, di 8’ê Adarê de sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin. Hate zanîn ku ji ber Şîmşek di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî qebûl nekiriye ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin. Hate ragihandin ku Şîmşek li hucreya yek kesî tê ragirtin.    Şîmşek, beriya du mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a bi Hejmara 1’an a Kurkçuler a Edeneyê hatibû kirin.