Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin 2024-03-11 13:28:18   AMED - Di doza ku edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz bi hinceta “avakirin û birêvebirina rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hat darizandin de dadgehê bi hinceta “nebûna delîlên din ên ku îfadeyên şahidan piştrast dikin” biryara beraeta daye.   Biryara bihincet a beraatê ya edîtorê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ê ji doza ku ji ber “avakirin û birêvebirina rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” li ser îfadeyên şahidiya veşartî û vekirî hatibû darizandin, hat eşkerekirin.   Yilmaz di çarçoveya şahidên veşartî “Ûlaş” û “K8Ç4B3L1T5İ” de di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 29’ê nîsana 2023’yan de hatibû binçavkirin. Di çarçoveya îfadeyên şahidên veşartî de derbarê Yilmaz de ji ber “avakirin û birêvebirina rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin.    Îdianameya ku Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi biryara bêerkiyê ji Girtîgeha Cezayê Giran a Amedê re şand, ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin û dest bi darizandina Yilmaz hate kirin.    BEROVAJIYÊ PARASTINA WÎ NEHATE ÎSPATKIRIN   Yilmaz, piştî ku 7 meh û 15 rojan di girtîgehê de ma di 14’ê kanûnê de derket pêşberî dadgehê. Yilmaz ê di danişîna ewil de hate berdan, di danişîna duyemîn a di 29’ê sibatê de hate lidarxistin de jî beraet kir. Dadgehê sedemê biryara beraetê aşkere kir.    Dadgehê di biryara xwe ya bihincet de diyar kir ku her çiqad derbarê Yilmaz de bi îdiayên “avakirin û birêvebirina rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” doz hatibe vekirin jî dema dosya hemû bi hev re hate nirxandin, tu delîlên ku beyanên şahidan piştrast dikin û berovajiyê parastina Yilmaz îspat bike nehatine peydakirin.   ‘DELÎLÊN ŞÊNBER Û PÊBAWER NÎNIN’    Di biryara bihincet de hate destnîşan kirin ku tevgera têkildarî hesabên bankayê yen Yilmaz ên di rapora MASAK’ê de ne daneyeke ku di çarçoveya “endamtî, rêveberiya rêxistinê” bê nirxandin de ye. Di biryarê de hate ragihandin ku ji ber delîlên teqez, şênber û pêbawer ên berovahiyê parastinên Yilmaz îspat bikin nînin biryara beraetê hatiye dayîn.