Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin 2024-03-11 14:26:58 RIHA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di hevdîtina bi girseyî ya li Bêrecûkê de axivî û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de li vir govenda serkeftinê bigerînin.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari tev li hevdîtina bi gel re ya li navçeya Bêrecûk a Rihayê bû. Di hevdîtinê de coşeke mezin hebû. Hatîmogûllari, di ketina navçeyê de bi çîçekan hate pêşwazîkirin. Piştre jî bi konvoyeke dirêj derbasî navenda navçeyê bûn. Welatiyên li derdorê jî şande bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin.    Hatîmogûllari di hevdîtina girseyî ya bi gel re de axivî û 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê ya di sala 2015’an de li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Bi domdarî Hatîmogûllari polîtîkayên hikûmetê yên çandiniyê rexne kir û gotina Serokê AKP’ê yê Rihayê Alî Îhsan Delîoglû ku digot; “Karkerên demsalî ji xwe re diçin betlaneyê” bi bîr xist. Hatîmogûllari, wiha domand: “Ewqas bêwijdanî jî nabe. Haya me ji tevahiya pirsgirêkên Bêrecûkê heye. Qenalîzasyonê dirijînin ser Çemê Firatê ku çemekî gelek girîng e. Em ê dawî li vê rewşê bînin û Çemê Firatê mîna çavê xwe biparêzin. Di hizûra we de em soza vê didin.”    Bi domdarî Hatîmogûllari got ku dê hem şaredariya Bêrecûkê hem jî ya Bajarê Mezin bi dest bixin û wiha pê de çû: “Şaredariyên me şaredariyên jinan e. Dema me Şaredariya Bêrecûkê bi dest xist, dê ji bo jinan qursên pîşeyî û qadên bazarê ava bikin. Em ê îstîhdamê biafirînin û ciwan dê li bajarên xwe bimînin. Dê ji bo we bi zimanê dayikê xizmet were kirin.”    'EM Ê GOVENDA SERKEFTINÊ BIGERÎNIN’   Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdara AKP’ê li gelek deveran hilbijêr veguhestiye. Bêguman xebatên me yên li dijî vê rewşê didomin. Ricaya min a ji we ya herî mezin ew e ku kîjan xizmên we li derveyî bajar hebin, lê bigerin. Ji wan re bibêjin; ‘hûn li kîjan bajaran bin, herin cem rêxistina DEM Partiyê ya herî nêz.’ Em ê ji bo dengê xwe biavêjin wan bînin vê derê. Em ê jê re bibin alîkar. Em ê di 31’ê Adarê de saltanata wan hilweşînin. Îro li vê qadê xelkê Bêrecûkê soz da me; em ê di 31’ê Adarê de li vê qadê bi hev re govenda serkeftinê bigerînin.”