Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin 2024-03-11 16:31:29 MÛŞ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di civîna gel a partiya xwe de axivî diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de şaredariyên ku di sala 2019’an de ji aliyê leşker, polîs û tabûran ve hatibûn desteserkirin, bi dest bixin.   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî serdana Bedlîsê ber bi Mûşê ve bi rê ket. Bakirhan ê ku çû Norşînê û xwest gel silav bike, rastî mîtîngekê hat. Li vir bi sedan kes li pêş wesayîtê ber bi avahiya navçeyê ve meşiyan. Bakirhan ku li vir axivî, eleqeya gelê Norşînê silav kir.   ‘QEYÛM DIJMINATÎ YE'   Bakirhan anî ziman ku her ku navê Norşînê dibihîzin ew berxwedana gel a bi rûmet bi serbilindî silav dikin û wiha got: “Norşîn tê wateya kurd û Kurdistanê. Gelê me yê birûmet ên ku ev welat hilweşandin û vê pergala ku li Tirkiyeyê 86 milyon mirovan di warê aborî de feqîr dike, ev 2 serdem in qeyûman tayînî şaredariya Norşînê dikin. Qeyûm, dijminatiya zimanê kmurdî û nirxên kurdî ye. Em ê di 31'ê Adarê de vî qeyûmê ku dijminatiya ziman û çanda me dike bişînin."   BAKIRHAN LI MÛŞÊ YE   Bakirhan piştî axaftina li vir ber bi Mûşê ve bi rê ket. Bakirhan ku di ketina bajêr de hat pêşwazîkirin, bi konvoya xwe derbasî ber avahiya DEM Partriyê bû û li vir ji girseyê re axivî. Bakirhan diyar kir ku berxwedana Mûşê di têkoşîna wan de cihekî girîng digire û ew ê helwesta xwe ya layîqî vê têkoşînê bidomînin û got: "Ez meha Remezanê bi taybetî li gelê Mûşê, bi giştî li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz dikim."   Bakirhan diyar kir ku meha Remezanê di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de bûye meha birçîbûnê û got: “Em ketine serdemeke ku em nikairn peqlewe, xurme û zeytûnan bibin mala xwe. Dema em ji desthilata AKP'ê dipirsin, li gor wan Mûş û gel di aramiyê de ne. Bila ji qesran binerin û bibînin ka teqawid, kedkar, jin û kedkarên Mûşê jiyaneke çawa dijîn. Divê em hesabê vê xizanî û zilmê ji wan bipirsin. Roja hesabpirsînê 31'ê Adarê ye."   Bakirhan anî ziman ku dema di 31'ê Adarê de şaredariya Mûşê bi dest bixin dê şaredariyeke rast nîşan bidin û diyar kir ku yên herî zêde bi Îsraîlê re bazirganiya xwarinên teze, zebze û fêkiyan dikin, dibêjin ew li aliyê terefê Xezeyê ne. Bakirhan got: “Yên ku ziman û ola me îstismar dikin ev in. Mûş ji Sêrt û Qersê çiqas cuda ye? Taybetmendiya Mûşê çi ye? Polîs anîn vir û kamera vekirine. Li Erziromê û Norşînê tiştekî wisa tune bû. Yên vê zilmê dibînin dengê xwe didin partiya xwe. Em li vir diziyê nakin û fesadiyê nakin, em bi gelê xwe yê birûmet re dibin yek. Ma hûn difikirin ku em ê bi dorpêça polîsên we dest ji doza xwe berdin? Me serî li ber kesî netewandiye, gelê Mûşê jî serî natewîne. Em ê di 31'ê Adarê de şaredariya xwe ya ku di sala 2019'an de Sirri Sakik bi dest xistibû û ji aliyê leşker û tabûrên polîsan ve hatibû desteserkirin, bi dest bixin."    Bakirhan anî ziman ku desthilat dest ji kar û barê xwe berdaye bela xwe bi DEM Partiyê dide û got: "Bi qasî DEM Partiyê kevir bi ser we de bibarin." Bakirhanê ku kesên xwedî li zimanê xwe derdikevin vexwand DEM Partiyê got: “Gelo dê gelê Mûşê dest ji vê berde? Di sala 2019’an de desteser kirin, lê vê carê gelê Mûşê dê di meha Remezanê de şaredariyê bi dest bixe û bike mala gel."