Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin 2024-03-11 18:40:17   RIHA  - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna gel a li navçeya Xelfetiyê de bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û got: "Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin."   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari beşdarî hevdîtina gel a li navçeya Riha Xelfetiyê bû. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Riha yên DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer, namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê Mûslûm Baran û Ayten Kaya, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn.   Hatîmogûllarî û heyeta pê re di ketina navçeyê de bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Piştre jî bi karwanî çûn navenda navçeyê. Welatiyan li kolanên ku karwan tê re derbas bû, bi nîşaneyên serkeftinê piştgiriya xwe dan der. Bi sedan kes tevli hevdîtina li ber buroya hilbijartinê ya DEM partiyê bû.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllarî bi gotina "Silav li welatên ku roj careke din lê hiltê. Cejna Remezanê pîroz be. Meha Remezanê bibe sedema aştî û biratiyê" dest bi axaftina xwe kir. Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de 33 rêwiyên xewnê yên ku li Pirsûsê di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de ku dema dixwestin pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re hatin qetilkirin bi bîr anî û got: "Em ê wan tu carî ji bîr nekin. Difikirin ku em ê li hemberî zextan çokê bişikînin. Li Pirsûsê du roj berê 17 hevalên me hatin girtin. Ji wan tirê em ê çokê deynin erdê. Divê baş zanibin em ê 31'ê Adarê diyarî hevalên xwe û Îmraliyê bikin."   'DEMILDEST DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN'   Hatîmogullari bi bîr xist ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike û got: "3 sal in tecrîd li ser birêz Ocalan tê meşandin. Ji bo bidawîbûna vê Nobedên Edaletê hene û ji bo bidawîkirina vê meşa azadiyê hat lidarxistin. Rawestgeha dawî ya vê meşê Xelfetî bû.  Ne tenê hevalên me meşiyan. Bi milyonan kes meşiyan. Sedema van çalakiyan jî ew bû ku meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bû. Dema em dibêjin aştî, ev desthilat bi tanq û topan êrişî me dike. Dibêjin em ê terorê hilweşînin, sînor kilît bikin. Lê gava hatibûn gotibûn divê em ê nehêlin di navbera me û cîranên me de pirsgirêk çêbibin. Lê gelan wan dîwarên dabeşkirinê dîtin. Gel ev qasî feqîr e, ciwan hewil didin biçin derve. Lewma hûn nikarin pereyanji bo SÎHA'yan, ji bo taqn û topan xerc bikin. Ev pirsgirêk ne tenê ya kurdan e, pirsgirêka hevpar a hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Heya ev pirsgirêk çareser nebe em ê li her derî dengê xwe bilind bikin. Divê demildest deriyê Îmraliyê bê vekirin, em vê dixwazin û em ê bi ser bikevin. Ger deriyê Îmraliyê bê vekirin dê peyamên aştiyê biherikin."   'DEM PARTÎ PARTIYA ÇARESERIYÊ YE'   Hatîmogullari bi bîr xist ku HDP'ê di sala 2014'an de li Xelfetiyê şaredariyê bi dest xistiye, lê qeyûm tayinî wê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Di sala 2019'an de jî polîtîkaya qeyûm dewam kir û hilbijartinê dizîn. Bi leşker û polîsên ji derve anîn vê yekê kirin. Pêwîst e em di 31'ê Adarê de vê yekê têk bibin. Herin cem her kesê ku dengê xwe nedaye me û bêjin ku divê çima dengê xwe nedin diz û qatilên kurdan. Bang li hemû xelkê Halfetî yên li derve bikin û ji wan re bibêjin biçin avahiya navçeyê ya DEM aprtiyê. Dema hûn şaredariyê bi dest bixin, dê Xelfetî xizmeta divê bê kirin bibîne. DEM Partî, partiya çareseriyê ye."    Hevdîtina gel bi govendgerandinê bi dawî bû.