Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil 2024-03-11 21:24:35   AMED – Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de li gundê Xapa yê Farqînê agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana gundê Xapa yê navçeya Farqînê ya Amedê kir. Namzetên Hevşaredariyê yê Şaredariya Farqînê Kadrî Esen û Sevîm Bîçîcî û rêxistina navçeyê, li gund bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.   Şandeya DEM Partiyê diyar kirin ku dê di hilbijartinê de bersiveke mezin bidin qeyûman. Piştî axaftinan li gundê Xapayê tevî DEM Partiyê agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin û govend hat gerandin. Di dema govendgerandinê tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.