ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-12 09:00:02   * Şêniyên gundê Qorî yê girêdayî navenda Semsûrê li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne. Şêniyên gund bi lêv kirin ku bi çêkirina kana keviran re dê zevî û darên wan ên fekiyan tune bibin û diyar kirin ku ew ê li dijî çêkirina kana keviran heta dawiyê li ber xwe bidin.    * Ji bo kana zêr ku Şîrketa Koza dixwaze li qada çêregehê ya li Taxa Axreşayê veke re rapora “ÇED ne hewce ye” hate dayîn. Welatiyên ku naxwazin karesateke weke Licikê bijîn bertek nîşanî vê rewşê dan.    * Mûstafa Saliş ê berdevkiya komîsyona ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ji bo hilbijêrên bitevger bibin ser sindoqan hatiye avakirin dike, diyar kir ku armanca wan ew e 10 hezar hilbijêran veguhêzin û bang kir ku kesên di vê rewşê de ne xwe bigihînin wan.     * Agirê Newrozê ku ji bo gelên Mezopotamyayê sembola berxwedan û vejînê ye, ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûm Dogan qet venemirî.   * E.B. yê mamoste ku bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zaroka 14 salî kiribû, beraet kir. Parêzer Arzû Sena Topûz ku biryara beraetê nirxand û wiha got: "Ev cara yekem e ku zarokek ji dewletê edaletê dixwaze. Ev tê wateya ku baweriya zarokê ya bi edaletê hatiye şikandin." Topûz, diyar kir ku ew ê îtiraz bikin.    * Xelkê Bazîdê diyar kir ku ew ê li dijî feraseta ku ji kurdan re dibêje "terorîst" û feraseta ku li Meclisê mîkrofona parlamenterên bi kurdî diaxivin digire, dê dengê xwe bidin DEM Partiyê.   * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajaroka Dêrgulê ku 20 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Şirnexê ye, ji bo bi projeyên ku amade kirine pirsgirêkan bi awayekî mayinde çareser bikin, li benda 31'ê Adarê ne.    * DEM Partî di hilbijartinê de li Qersa ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e. Namzetên Hevşaredariyê Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci destnîşan kirin ku ew dixwazin projeyên ji ber qeyûm nîvcoyî mane temam bikin.    * Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajarokê Bajêrgeyê destnîşan kirin ku ew ê bi rêjeyeke mezin û bênîqaş di hilbijartinê de ser bikevin û wiha gotin: “Em ê ne ji bo rant, mûçe û îhaleyê dê ji bo Erdal Safali, ji bo Dayikên Aştiyê Sûsin Akçelîk û Adalet Safali û Cîhan Akçelîk ên di her kêliya jiyana xwe de ji bo edaletê têkoşiyane û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, bi ser kevin.”   * Rojnameger Silêman Ehmed 140 roj in ji hêla PDK'ê ve hatiye revandin û agahî jê nayên girtin. Dayika Ehmed, Sûltane Ehmed bertek nîşanî bêdengiyê da û wiha got:” Ez dixwazim agahiyekê ji kurê xwe bigirim. Herkes xwe bêdeng dike û kesek dengê xwe dernaxîne."   * Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo diyar kir ku pêkhateyên jin ên Şengalê di avakirina neteweya demokratîk de roleke pêşeng dilîzin û wiha got: "Jin bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan pergala neteweya demokratîk ava dikin."   * DEM Partî dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00-20.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li navçeyên Mûşê, Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî dê li Semsûrê bi gel re were ba hev. (10.00-18.00) ZINDÎ   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dane destpêkirin didome. (11.00-17.00)   * Bi munasebate 29’emîn Komkujiya Geziyê ya Stenbolê dê li pêşiya Cemxaneya Geziyê meş were lidarxistin. (12.00)   * Rêxistinên hiqûqê yên li Îzmîrê dê têkildarî cezayên ji ber şandina pereyan a girtiyan tên birîn,li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyê bidin. (12.30)    * Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê dê têkildarî pîrozbahiyan li Şaxa Petrol Îşê daxuyaniyekê li dar bixe. (13.00)    * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê dê li tirbeya Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê belgeya helwestê ya bi sernavê “Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî” eşkere bikin. (13.00) ZINDÎ