Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye 2024-03-12 09:05:53   AGIRÎ - Xelkê Bazîdê diyar kir ku ew ê li dijî feraseta ku ji kurdan re dibêje "terorîst" û feraseta ku li Meclîiê mîkrofona parlementerên bi kurdî diaxivin digire, dê dengê xwe bidin DEM Partiyê.   Ber bi hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê ve, partî danasandina proje û xizmetên xwe didomînin. Navçeya Bazîd a Agiriyê ku polîtîkayên şerê taybet û qeyûman lê tên meşandin, ji sala 1999’an û vir ve ji aliyê siyaseta kurd ve tê birêvebirin.   Şaredariya Bazîdê ku ji dema Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) û vir ve bi rêveberiya herêmî ya demokratîk tê birêvebirin, di sala 2016'an de bi polîtîkayên qeyûman ên AKP'ê hat desteserkirin. Dîsa di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya ji sedî 68’an şaredariyê bi dest xist, lê hevşaredara HDP'î Yildiz Acar, ji ber ku li dijî şaredarvaniya demokratîk tegeriya hat îxrackirin.   Bazîdiyên ku amadekariya hilbijartineke nû dikin, diyar kirin ku ew ê dîsa vîna xwe di sindoqan de bidin der.   ‘JI KESÊN DIBÊJIN TERORÎST RE DENG MENG TUNE YE'   Mehmet Siddik Bozkürt diyar kir ku ji ber ku DEM Parti mafê gelê kurd diparêze, di hilbijartinên herêmî de dengê xwe dide DEM Partiyê û got: “Em kurd in û ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. DEM Partî ji bo ziman û çanda kurdî têdikoşe. Dema parlementerên DEM Partiyê li Meclisê bi kurdî diaxivin mîkrofona wan tê girtin. Partiyên sîstemê her roj ji me re dibêjin 'terorîst'. Ez ji bo zimanê xwe û têkoşîna gelê xwe ya azadiyê dibêjim DEM Partî."   ‘DEM PARTÎ JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ TÊDIKOŞE'   Mehmet Demîr anî ziman ku ew ji polîtîkaya rêveberiya herêmî ya DEM Partiyê hez dikin û wiha got: “Em ji polîtîkaya DEM Partiyê hez dikin. Dewlet ji ber ku em kurd in, bi salan zilm û zordarî li me kir." Mehmet Çoprak jî anî ziman ku DEM Partî ji bo bigihêje van rojan gelek bedelên giran dan û wiha got: "Ji bo dawî li vê zilmê bê ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê û ez bawerim DEM Partî wê ji sedî sed bi ser bikeve. Me bi hezaran bedêl dane ku em werin vê rojê. DEM Partî niha ji bo zimanê dayikê têdikoşe. Em kurd, bi rûmet in û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li vî bajarî tu carî deng ji bo partiyeke din dernakeve."   Mehmet Îçten ê ku di hilbijartinên herêmî de got “Ez ê dengê xwe bidim xwe” jî wiha got: “Îcar ez kî me? Ez gel im, ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Bi baweriya min DEM Partî dê li vî bajarî gelek xizmetguzariyan pêşkêş bike." Ji welatiyan Adem Koç jî got: “Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Gelê Bazidê ji dest ji DEM Partiyê bernade. Ji bo şaredarvaniyeke adil DEM Partî."    ‘JI BO BIDAWÎBÛNA XIZANIYÊ'   Welatiyê bi navê Reşat Goksim jî diyar kir ku ji bo dawî li bêkarî û xizaniyê bê ew ê dengê xwe bide DEM Partiyê û wiha got: “Hemû ciwan bêkar in û nikarin kar bibînin. Ez di wê baweriyê de me ku DEM Partî dê van pirsgirêkan hemûyan çareser bike û ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Ji ber vê yekê ez ê dengê xwe bidim xwe. Em dixwazin li vî welatî edalet û wekhevî hebe." Şakir Hinde jî diyar kir ku ew ê ji bo demokrasî, aştî û azadiyê DEM Partiyê hilbijêrin.   Omer Îlvûr anî ziman ku ew ê li dijî kesên ku ji kurdan re dibêjin "terorîst" dengê xwe bidin DEM Partiyê û got: "Ew her tim rayedarên DEM Partiyê wekî 'terorîst' bi nav dikin. DEM Partî partiya her kesî ye, ne tenê ya kurdan. Gelê me dê bersiva pêwîst bide." MÛstafa Kaya jî got: “Ez ê dengê xwe bidim xwe. Kurd ji bo hemû gelan edaletê dixwazin. Serokkomarê AKP'î ji ber ku nehat hesabê wî dibêje 'min pêvajoya çareseriyê xist sarincê'. Dema li gora wan be, dibêjin kurd hene, dema ne li gor wan be dibêjin kurd tune ne. Krîza aborî gur dibe. DEM Partî dê van pirsgirêkan hemûyan çareser bike."   ‘EM JI DEM PARTIYÊ LI BENDA XIZMETÊ NE'   Metîn Guneş anî ziman ku ew ji DEM Partiyê bi hêvî ne û got: “Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Ji ber ku em kurd in û dengê xwe nadin kesên zimanê me înkar dikin. Navçeya me di nava tozê de maye. Em hêvîya xizmeteke baş ji DEM Partiyê dikin."    ‘DÊ DEM PARTÎ Û GELÊ ME BI SER BIKEVIN'   Îbrahîm Kay got: “Îro dewlet ji bo asîmîlekirina zimanê kurdî her tiştî dike. Li aliyê din divê em jî ji vê rewşê haydar bin. Ez ê di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidim DEM Partiyê ya ku azadî û mafên kurdan diparêze." Welatiyê bi navê Mûhammet Eren jî diyar kir ku ji ber ku ji polîtîkaya DEM Partiyê hez dike ew ê dengê xwe bide wê û wiha got: “Ez ê dengê xwe bidim partiya xwe, ji bo gelê xwe û li dijî xizaniyê. Tu hêviyên min ji partiyê din nîn in. Ji ber ku siyasetmedarên DEM Partiyê baş dizanin ku çi dikin. Partiya me wê li Bazidê bi ser bikeve, gelê me wê bi ser bikeve."   MA / Hakan Yalçin