Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên 2024-03-12 09:06:50   ŞIRNEX - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajaroka Dêrgulê ji bo ku bi projeyên xwe pirsgirêkên bajarokê bi awayekî mayinde çareser bikin, li benda 31'ê Adarê ne.    Li bajaroka Dêrgûlê ku li xaçerêya çiyayên Cûdî, Gabar û Çiravê yên Şirnexê dikeve, ji bo hilbijartina herêmî kelecaneke zêde heye. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku dixwazin di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li bajarokê ku 20 kîlometre dûrî navenda bajêr e, bi ser bikevin, bênavber dixebitin. Li bajarê ku namzeta herî ciwan a Tirkiye û Kurdistanê lê hatiye diyarkirin, eleqeya hilbijêran a ji bo namzetên DEM'ê pir zêde ye.   Di hilbijartinên herêmî yên ku di sala 2009'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi rêjeya ji sedî 43,9'ê dengan şaredariyê bi dest xist û di hilbijartinên 2014'an de jî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi rêjeya 45,5'ê bi ser ket. Lê belê di 6'ê çileya 2017'an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de AKP’ê ji derve hilbijêr veguhest navçeyê û şaredarî bi dest xist. Li bajarê ku nifûsa wê nêzî 10 hezar e, dê li derdora 5 hezar û 600 kes biçin ser sindoqan.   NAMZETA HERÎ CIWAN   Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê Gullu Dûrak namzeta herî ciwan a rêveberiyên herêmî ye. Her çend 21 salî be jî, di qada siyasetê de hêviyê dide. Dûrak a ji beşa Pêşxistina Zarokan mezûn bûye, diyar dike ku ew wekî jineke ciwan dixwaze bibe dengê jinên ku bi rolên zayendiya civakî hatine dorpêçkirin û dibêje ji ber vê di rêveberiyên herêmî de berpirsiyariyê hîs dike.    Durakê got: “Li jinan tenê wekî xwedîkirina zarokan û kirina karên nav malê tê nihêrîn. Jin ji jiyanê tên dûrxistin û tenê li malê tên girtin. Ji bo jinan ne kar û ne jî qada jiyana civakî heye."   ‘DÊ JIN DI RÊVEBERIYÊ DE XWEDÎ GOTIN Û BIRYAR BIN'   Dûrakê diyar kir ku piştî ku şaredariyê bi dest bixin dê qada rêveberiyên herêmî ji jinan re bê vekirin û wiha got: “Em ê ji bo ku jinan tev li jiyanê bikin projeyan ava bikin. Beriya her tiştî jin dê di rêveberiya bajêr de bibin xwedî gotin û biryar. Di hemû xizmetên ku ji bo bajêr bên kirin de wê serî li nêrînên jinan bê xistin. Her wiha ji bo jin azadiya xwe ya aborî bi dest bixin em ê qadên kar vekin. Em ê bi avakirina qadên wekî atolyeyên tekstîlê, çandiniya serayê û xalîçeçêkirinê karibin jin bikevin jiyana karsaziyê. Em ê keda jinê bidin xuyakirin. Bêyî ramana jinê jiyan nabe. Em ê li malê, li kar, li şaredariyê û li her qada jiyanê gotin û ramanên jinan serdest bikin. Ji bo jiyanê em ê bixebitin."    GUNDUZ: EM Ê DÊRGULÊ JI NÛ VE AVA BIKIN   Namzetê din ê hevşaredariyê Asker Gunduz (35) ji Beşa Aboriyê ya Fakûlteya Zanîngeha Şirnexê mezûn bûye. Gunduz ê ku bi cotkariyê re mijûl e, her çend du salan li bajêr mamostiye biheq kiribe jî, ji bo xizmeta gelê bajêr ji DEM Partiyê serlêdana namzetiyê kir. Gunduzê ku bi dengê gel wekî namzet hat diyarkirin, ji projeyên ku amadekirine anîmasyonek jî amade kiriye.   Gunduz diyar kir ku bajaroka Dêrgulê xwedî dîrokeke 300 salî ye û diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a bajêr plansaziya îmarê ye. Gunduz da zanîn ku hema hema tu malên li bajêr xwedî ruxset nîn in û got ku nebûna plansazîya îmarê bajarvanîya bêplan bi xwe re anîye. Gunduz anî ziman ku dema dest bi wezîfeyê bikin dê ji bo pirsgirêka îmarê çareseriyeke radîkal pêk bînin û wiha got: “Em ê avahiyên nû ji qadên çandiniyê dûr bixin û em ê bibin qada hinekî bilind û çiyayî. Yek ji çavkaniyên girîng ên debara gelê me çandinî ye. Ji ber qada çandiniyê dikeve ber îmarê debara gel roj bi roj kêm dibe. Em ê pêşî li vê yekê bigirin."   PROJE   Gunduz anî ziman ku pirsgirêkeke din a girîng a bajêr ava paqij e û wiha got: “Li bajarê me her çi qas çem hebin jî gel bi hesreta ava paqij e. Bi taybetî ji ber xebatên madenê yên li herêmê, şêniyên bajêr nikarin ava paqij bi dest bixin. Ji çaran sê parên rojê bi qutkirina avê derbas dibe. Gava em bên, em ê yek ji pirsgirêkên sereke yên bajarokê çareser bikin, xwegihandina ava paqij be."    Gunduz bal kişand ser pirsgirêkên binesazî û avahîsaziyê yên li bajêr û wiha got: “Yek ji pirsgirêkên me yên girîng nebûna qadên hêşîn e. Cihekî ku gelê me lê bêhna xwe vede û bi malbatên xwe re bigere tune ye. Em ê qadeke mesîreyê ya layiqî bajarê xwe ava bikin. Ji ber ku niştecihên bajêr ji bo ku bi malbatên xwe re pîknîkeke piçûk bikin, bi qasî saetekê rêwîtiyê dikin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, em ê qadên ku gelê me karibe bêhna xwe vede û li bajarê xwe bi malbatên xwe re dem derbas bike ava bikin. Her wiha em ê li her taxê ji bo zarokan parkên bi qadên lîstikan ava bikin.”   Gunduz da zanîn ku ji bo rê li ber koçberiya welatiyên bajêr a ber bi bajarên cuda ve bigirin dê ji bo pirsgirêka îstîhdamê çareseriyeke mayinde peyda bikin û wiha got: “Em ê li vir bi sepandina çandiniya nûjen ji mirovan re derfetên kar biafirînin. Em ê mêşvanî, dewar û sewalvaniyê jî teşwîq bikin. Dema em van bikin, em ê pirsgirêka bêkariyê ya gelê xwe çareser bikin û gelê me dê bigihêje asta ku li ser axa xwe têra xwe bike. Bi vî awayî em armanc dikin ku rê li ber koçberiya gelê me yê herêmê ya ber bi cihên din ve bigrin."    Gunduz anî ziman ku ew dixwazin bi nêrîneke nû bajêr bi rê ve bibin û wiha got: “Em ê hemû gelê bajêr hembêz bikin û bi yekîtî û hevgirtinê bajarê xwe bi rê ve bibin. Ev erdnîgariya me ye. Em li vir dijîn û em ê ji bo xwe biryara herî baş bidin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku gelê me, me bîne ser vê wezîfeyê da ku em bi gelê bajarokê re bajarê xwe bi rê ve bibin."   MA / Omer Akin