Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin 2024-03-12 09:17:50   COLEMÊRG - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên bajarokê Bajêrgeyê destnîşan kirin ku ew ê bi rêjeyeke mezin û bênîqaş di hilbijartinê de ser bikevin û wiha gotin: “Em ê ne ji bo rant, mûçe û îhaleyê dê ji bo Erdal Safali, ji bo Dayikên Aştiyê Sûsin Akçelîk û Adalet Safalî û Cîhan Akçelîk ên di her kêliya jiyana xwe de ji bo edaletê têkoşiyane û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, bi ser kevin.”   Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê kêm roj man û ji bajarên ku xebatên hilbijartinê bi coş derbas dibin yek jî Colemêrg e. AKP di hilbijartinên sala 2019’an de di bajarokê Bajêrgeya girêdayî navçeye Gever a Colemêrgê de ji 2 hezar û 648 hilbijêrên 950 deng, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî 835 deng stendibûn. AKP’a bi ferqa 115 dengan şaredariya bajarokê stendiye di hilbijartinên giştî yên 2023’yan de tenê 226 deng stendibû û Partiya Çepên Kesk jî hezar û 276 deng stendibû û ferqeke mezin xistibû navberê.    Namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên bi hilbijartina gel hatine diyarkirin, tevî hemû veguhestina hilbijêrên derveyî ûsûlê û hîleyên tên kirin, ji bo bi ferqeke mezin Şaredariya Bajêrgeya bi dest bixin amadehiyên xwe dikin.    GULISTAN AKARSÛ: JI BO ŞAREDARVANIYEKE RAST BÛM ENDAM   Gulistan Akarsû di sala 1993’yan de li Bajêrgeyê ji dayik bû. Akarsû ji beşa Rêveberiyên Xwecihî ya Zanîngeha Mêrsînê xwendiye û diyar kir ku ew ji bo pirsgirêkên jinan çareser bike tev li siyasete bûye û da zanîn ku ji ber vê yeke jî DEM Partiyê bûye endam.    Akarsû destnîşan kir ku armanca wê ya herî mezin “Ji bo gel şaredarvaniyeke rast kirin” e û anî ziman ku ji bo Bajargeyê bi pêş ve bibin gelek projeyên wan hene û wiha got: “Li vê derê deriyê sînor heye. En dixwazin bazareke vekirî ava bikin û bi vê yeke jin û ciwanan îstîhdam bikin. Daxwaza gelê me ya herî mezin vebûn û çalakbûna deriyê sînor e. Heke ev astengkirin ji holê rabin dê bejarokê me bibe navendeke bazirganiyê. Heke bazirganî tune be tu wateya deriyê sînor tune ye.”   PROJEYÊN JI BO JIN, XWENDEKAR Û COTKARAN   Akarsû diyar kir ku ji bo jin bi awayeke xurt bazirganiyê bikin ew ê “Kooperatîfên hêza jinê” ava bikin da ku karibin rasterast hilberînên xwe di bazarên ku ew ê ava bikin de bifiroşin kiryar û wiha axivî: “Em dixwazin ji ciwanan re navendên wek ‘Pirtûkxane û Dersxaneyan’ ava bikin. Di nav projeyên me de çêkirina hewizên avdaniyê, çêkirina serayan, depoyên hewayê sar jî hene.”   ‘ÊM Ê AKP’Ê BIŞÎNIN’   Akarsû bi bîr xist ku dema AKP’ê fêm kir ku ew ê winda bike, planên xwe yên sala 2019’an dê careke din têxe dewrê û wiha got: “AKP’a ku fêm kiriye dê ji gelê Bajêrgeyê deng nestîne dest bi lîstikên qirêj kir. Bi veguhestina hilbijêrên sixte ve plansaziyan dikin.  Li dijî hemû fêlbaziyên AKP’ê tecrûbe û îradeya me ya xurt heye. AKP nikara tiştên dibêje pêk bîne û li şûna wê xizan xizantir, dewlemend dewlemendtir dibin. Gel di hilbijartinên giştî de bersiva pêwîst nîşanî AKP’ê da û anî ziman ku ew AKP’ê naxwaze. AKP’ê me neanî lê belê em ê bişînin. Dê gel biryara rêvebirina herêmê bide, ne xwediyên hilbijêran ji Rîze û Trabzonê tînin.”    SAFALI: EZ JI BO DEYNÊ XWE YÊ GEL RAZÎ BIKIM BÛM NAMZET   Namzetê Hevşaredariyê Fatîh Safali jî di sala 1988’an de li gundê Şahê yê girêdayî Bajêgeyê hate dinê û di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de ji HDP’ê wek endamê Meclisa Şaredariya Geverê hate hilbijartin. Safali di navbera salên 2019’an û 2021’an de di rêveberiya HDP’a navçeya Geverê de cih girt.   Safali da zanîn ku bajarokê wan ji bo derbasbûna turîstan ciheke girîng e û bilêv kir ku ew ê ji bo rêwiyên diçin Îranê û ji wir tên, dê  tesîsên bêhnvedanê ava bikin û ev tişt gotin: “Ji ber em cîranê Îranê ne em ê sînora xwe weke fersendekê bikar bînin. Em ê sukekê wek “Bazara Vekirî” ava bikin da ku gelê me hilberînên xwe li ser standan karibin rasterast bifiroşin. Em ê ji bo firotina hilberînên jinan “Bazara Kedê” ava bikin.” Safali destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê, tevî ku  bajarokê wan Bajêrge li ser Rêya Armûşê yê xizan hatiye hiştin,hêj jî ava paqij naçe gelek gundên bajarokê û ev tişt anî ziman: “Armanca me ew e ku em di demeke pir nêz de pirsgirêkên binesazî, rê, av û avahîsaziyê temam bikin. Herwiha difikirin ku di navbera sînora Îran û Tirkiyeyê de qadeke bazarê ava bikin. Dîsa ji bo xweza, jinan, kedkar, zarok û welatiyên pîr jî projeyên me hene.”   ‘DÊ LAWIKÊN GEL BI SER KEVIN NE DIZÊN DENGAN’   Di dirêjiya axaftina xwe de Safali got ku dê AKP bi hilbijêrên veguhestî, di hilbiijartinê de nikara şaredariyê bi dest bixe û wiha domand: “Pir zelal e ku hilbijêrên veguhestî  bi baldarî hatine hilbijartin.  Hezar û 714 dengên gelê herêmê hene. Çi bikin bila bikin, kîjan hîleyan bikin bila bikin, dê winda bikin. Divê yek deng ji gelê Bajêrgehê neçe van dizên dengan. Heke bi serê misqalê rêzgirtian wan hebûya dê ji hezaran kîlometreyan durtir leşkeran nedianîn vê derê û hêviya xwe bi wan ve girê nedidan. Bila her kes zanibe ku dê lawikên gel ser bikevin ne dizên dengan. Ji ber yên li vê derê dijîn, hilberînê dikin û berdêla wê didin em in. Em ê bi awayê herî baş xwedî li dîrok û şaredariyê xwe derbikevin.”    BANG LI GEL KIR:  EM BERSIVA PÊWÎST BIDIN   Di dawiya axaftina xwe de Safali got ku ew ê bi ferqeke mezin, bênîqaş şaredariyê bi dest bixin û wiha pê de çû: “Em ê ne ji bo pere, rant, mûçe û Îhaleyê dê ji bo Erdal Safali,dê ji bo Dayikên Aştiyê Sûsin Akçelîk û Adalet Safalî û Cîhan Akçelîk ên di her kêliya jiyana xwe de ji bo edaletê têkoşiyane û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, bi ser kevin.Çavê hemû malbatan li me ye û ji me diyariyekê dixwazin. Diyariya herî mezin a me dê ji herêmê şandina van diz û talankaran be. Ez bang li gelê me dikim; bi salan in ên derewan dibêjin we, we xizan dikin, deriyên sînor digirin, AKP û nûnerên wê yên li heremê ne û divê hûn di hilbijatinê de bersiva pêwîst bidin. Wekî ku me di 14’ê gulana 2023’yan de pêk anî, em wan bişînin nav çopê dîrokê.”    MA / Mazlum Engîndenîz