Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim 2024-03-12 09:49:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnameger Silêman Ehmed 140 roj in agahî nayên girtin. Dayika Ehmed, Sûltane Ehmed bertek nîşanî bêdengiyê da û xwest agahiyekî ji kurê xwe bigire. Parêzer Nêrîman Ehmed Reşîd jî got ku PDK qanûnên Iraq û Başûr binpê dike.    Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 140 roj in ku agahî jê nayê girtin.   Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.   Gumanên der heqê jiyana Ehmed de her ku diçe zêdetir dibin. Parezerê Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd û dayika wî Sultane Ehmed axivîn.   ‘NAHÊLIN EM NAVEROKA DOSYAYÊ HÎN BIBIN’   Parezerê Ehmed Nerîman Ehmed Reşîd, diyar kir ku PDK her carê hewldanên wan ên ji bo hevdîtinê asteng dike û wiha axivî: “Ji bo hevdîtina bi Ehmed re gelek hewldanên me çêbûn. Me xwest naveroka dosyayê hîn bibin û me ji bo vê jî gelek hewl da. Lêbelê PDK û Asayîşa wê asteng dike û nahêle ku em xwe bigihînin dosyayê. Her çiqasî bi muwekîle xwe re hevdîtin kirin heqê me jî be nahêlin ku em pê re hevdîtinê bikin.”   ‘PDK RÊ NADE KU EV BÊQANUNÎ YE BI DAWÎ BIBE’    Reşîd, bi lêv kir ku PDK û asayîşa wê qanûnen bingehîn ên Iraqê binpê dike û ev tişt anî ziman: “Me heta niha jî nezaniye bê ka bi kîjan sedemê tê ragirtin. Girtina wî hinceteke siyasî ye û çi pirsgirêkên Silêman Ehmed nînin. Di qanûnê de jî tiştek wiha tune ye. Bi awayeke fermî derbasî rojavayê Kurdistanê bûye û bi awayeke fermî jî vegeriyaye. Heta niha jî hinceta ragirtina wî negotine û bi raya giştî re parve nekirine. Rê nadin ku ev bêqanûnî jî ji holê rabe. Li gorî qanûnên Iraqê û başûrê Kurdistanê her binçavkiriyek divê di demekî zû de bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û parêzer bikarin li dosyayê binêrin. Asayîş tenê dibêje, ‘li gel me nîne.’ Heta niha me deh caran serlêdan kiriye lê me asteng dikin. Ruxmî ku ew bi xwe îlan dikin ku ne li gel wan e. Lê agahiyên zelal destê me de hene ku ew ji aliyê wan ve hatiye binçavkirin. Der heqê tenduristiya wî û rewşa wî de jî tu agahî destê me de nînin. Keseke ku di zindana asayîşê de dimîne rewşa wî nebaşe. Ji ber ku zindan li gorî mafê mirovan nehatiye çêkirin. Bangawziya me jî ew e ku hemû rêxistinên mafê mirovan û saziyên navdewletî û parlamenteriya Iraqê li ser vê dosyayê bisekinin. Ji ber ku ev yek destdirêjiyeke li mafên mirovan e.”    DAYIKA EHMED BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DA   Dayika Ehmed Sûltane Ehmed jî bêdengiya heyî rexne kir û wiha got: “Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim. Bila agahiyekî bidin min bê ka rewşa wî çawa ye, baş e, nebaş e. Heke girtî be bila bêjin girtî ye. Dilê min dişewite. Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim. Herkes xwe bêdeng dike kesek dengê xwe dernaxîne. Ez dixwazim bêm wê derê ku kurê xwe bibînim.”   MA / Zeynep Durgut