Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e 2024-03-12 10:11:52   AMED - Der barê rêveberên berê yên Baroya Amedê de bi hinceta “Qirkirina ermenan” doz hatibû vekirin. Rêveberan beraet kirin û ji bo sedema biryara beraetê jî wiha hate gotin: “Di çarçoveya azadiya ramanê de ye.”   Der barê Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin û rêveberên wê demê yên baroyê Mûhlîs Ogûrgul, Ahmet Dag, Erhan Aytekîn, Firat Uger, Gazal Bayram Kolûman, Mehmet Akbaş, Serdar Çelebî, Tevfîk Karahan, Omer Şeran û Ozgur Yilmaz Bîçen de ji ber daxuyaniya têkildarî “Qirkirina Ermenan” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê di 2’yê sibatê de hatibû lidarxistin û biryar hate dayîn.    Aydin û rêveberên baroyê di çarçoveya “24’ê Nîsanê Roja Bîranîna Qirkirina Ermenan” daxuyanî dabûn. Ji ber îfadeyên “qirkirina ermenan” der barê rêveber û serokê baroyê de bi îdiaya “Bi awayeke eşkere neteweya tirk, dewlet, meclis, hikûmet û saziyên darazê biçûk xistinê” doz hate vekirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê rêveberên Baroyê de biryara beraetê da.    'AZADIYA RAMAN E'   Dadgehê sedema biryara xwe ya beraetê eşkere kir. Dadgehê destnîşan kir ku axaftinên hatine kirin divê wek rexne bên nirxandin û wiha got: "Di çarçoveya azadiya ramanê de ne.” Dadgeha di biryara beraetê de bal kişand ser doktrînên hiqûqî yên der barê rexne û biçûkxistinê de û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM).   Di biryarê de hat gotin ku di daxuyaniya Baroya Amedê de gotinên “tehcîr”, “kareseta mezin”, “bi darê zorê koçberkirin”, "jenosîd” û “qirkirin” li gorî hiqûqa navxweyî û li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmze kirine hatine nirxandin û hatiye diyarkirin ku gotin bi qesta biçûkxistina saziyan behsê xeberê, nehatine kirin.    Di biryarê de ev tişt hatin gotin: “(…) parvekirina hatiye kirin di çarçoveya azadiya ramanê de hatiye dîtin û lewma mijara behsa xeberê di çarçoveya azadiya ramanê de hatine nirxandin. Ji ber van sedeman, hatiye fêmkirin ku di mijarên bûne sedema darizandinê de ji bo tawanbariyên tên kirin delîlên şênber nehatine bidestxistin (…)."