'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’ 2024-03-12 11:03:57   ENQERE - DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bibe ser sindoqê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal vîdeoyeke nû parve kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê têkildarî hilbijêrên bitevger vîdeoyeke nû parve kir. Di vîdeoyê de axaftinên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ên di dema xebatên hilbijartinê de hatin bicihkirin û ev bang hate kirin: “Hûn forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin.”