Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi 2024-03-12 11:15:35   STENBOL - Newroza îsal a Stenbolê dê di 17’ê adarê de li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê were pîrozkirin. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek hunermendên navdar dê tev li pîrozbahiyê bibin.    Newroza îsal dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were pîrozkirin û navnîşana Newroza Stenbolê jî diyar bû. Newroza Stenbolê îsal dê di 17’ê darê roja yekşemê saet di 13.00’an de li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê were pîrozkirin.    Newroza îsal bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê organîzekirin. Deklarasyona Newroza îsal a Stenbolê duh hatibû eşkerekirin.    DÊ AGIRÊ KAMPANYAYÊ DI NEWROZÊ DE BÊ GEŞKIRIN    Di deklarasyonê de wiha hatibû gotin: “Newroza îsal dê veguhere agirê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk.’ Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo azadî û serkeftinê dem dema rabûna ser pêyan e.”    DÊ DEMÎR Û BAKIRHAN TEV LI BIBIN    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê tev li pîrozbahiyê bibin.    JI TUNUSÊ HETA DÊRSIMÊ DÊ STRAN BÊN GOTIN    Navên hunermendên ku dê tev li pîrozbahiya Newroza Stenbolê bibin jî diyar bûn. Hunermenda tunusî Emel Mathlouthi û hunermend Mîkaîl Aslan, koma muzîkê ya Golgedekîler û hunermend Mûrat Demîr dê derkevin ser dikê.    Amadekariyên Newrozê bi rojan berê dest pê kirine û heta roja Newrozê jî dê li kolan û taxan belavok bên belavkirin û bi xebatên cuda gel ji Yenîkapiyê re were vexwendin.