Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye! 2024-03-12 11:25:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ji bo şopandina nûçeyê çûbû Girê Sor û hatibû windakirin. Aqûbeta Babaoglû ev 30 sal in nehatiye diyarkirin.    Bi ser windakirina nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaolgû re 30 sal derbas bûn. Babaoglû di 12’ê adara 1994’an de ji bo şopandina nûçeyê çûbû navçeya Girê Sor a Rihayê û careke din venegeriya. Tevî gumanên ser eşîra Bûcak û JÎTEM’a ku di salên 1990’î de gelek cînayetên kiryarnediyar pêk anîne hebûn jî, heya niha tu lêpirsînên bibandor nehatin meşandin. Li gel salên derbasbûyî, tevî hemû şahidan doz bêencam ma. Piştî ku Babaoglû hate windakirin, mirovê kar Huseyîn Taşkaya jî di sala 1993’yan de li Sêweregê hate windakirin. Birayê Taşkaya, Azîz Taşkaya diyar kir ku wî Babaoglû di avahiye Sedat Bûcak de dîtiye. Lê belê Taşkaya wek şahid nehat guhdarkirin.    ENDAMÊ JÎTEMÊ YÊ BERÊ LI XWE MIKÛR HAT    Roja Nazim Babaoglû hatibû revandin, Mûrat Yogunlû ji bo her nûçeya ji Ajansa Anadoluyê(AA) çêdikir pere distend. Yogunlû, di îfadeyên xwe yên berê de gotibû "Roja Babaoglû hatiye revandin ez li buroya rojnameya Ozgur Gundemê ya Rihayê geriyam û min xwest nûçegihanekî bişîne Sêweregê." Lê Yogunlû di demên piştre de ev gotinên xwe red kir. Yogûnlû, piştre mala xwe bar kir û çû Stenbolê. Li Stenbolê jî ji Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Gelan (BDP) Îhsan Avci re wiha got: “Ez dikarim van hemûyan vebêjim lê belê ewlehiya canê min nîn e. Heke bixwazin ez bibim şahide nepen dê hemûyan vebêjim.” Tevî van tiştan jî Yogûnlû nehat guhdarkirin.    Aydin Sevînç ê di sala 1993’yan de li Rihayê ji bo JÎTEM’ê dixebitî, di sala 2011’an de ji Girtîgeha Erziromê ji bo Baroya Rihayê faksek şand û anî ziman ku Nazim Babaoglû di sala 1994’an de hatiye revandin, kuştin û veşartin. Bi ser vê yekê rayedarên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo ku bi Sevînç re hevdîtinê bike çûn Erziromê lê belê hevdîtin nehate kirin.    Birayê Nazim Babaoglû, Cemal Babaoglû di hevpeyvîneke xwe de anî ziman ku piştî birayê wî hat windakirin, kesê li Şaxa TEM’ê gef li bavê wî xwarî piştre derketiye televîzyonê û bavê wî jî ev kes tespît kiriye. Babaoglû, da zanîn ku kesê hatiye tespîtkirin jî Abdullah Çatli bi xwe bû û wiha got: "Der barê Abdullah Çatli de biryara lêgerîna bultena sor heye û di Qetlîama Bahçelîevlerê de 7 caran cezayê îdamê stendiye lê belê li vê derê, di Şaxa TEM’ê de ji xwe re serbest digere û li Kurdistanê kirinên xwe berdewam dikir.”    BÊENCAM HAT HIŞTIN   Tevî hemû şahid û îtîrafan der barê Nazim Babaoglû de jî lêpirsîneke bibandor nehat meşandin. Wekî dosyeyên gelek cînayetên “kiryarnediyar" ên li Kurdistanê hatine kirin, dosyeya Babaoglû jî di sala 2014’an de bi hinceta “demboriyê” bêencam hate hiştin.   BIRYARA AYM’Ê: HÊJ DIJÎ!   Serlêdana ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hatiye kirin jî bêencam ma. AYM'ê di lêpirsîna xwe ya têkildarî nifûsê de got ku Babagolû hêj dijî û îdia kir ku binpêkirina mafan çênebûye.