Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin 2024-03-12 12:40:29     RIHA - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji gelê Rihayê re peyam şand û wiha got: "Dema wê hatiye ku em bajarê xwe ji feraseta Nemrûdan paqij bikin. Dem dema DEM'ê ye.”    Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, ji bo gelê Rihayê û hilbijartinên 31’ê Adarê nameyek şand.   Guven, bi rêya parêzarên xwe name parve kir. Nameya Guven wiha ye:   “We li ser vê xaka ku şaristanî lê afiriye bi sekna xwe nirxên girîng li nirxên civakîbûnê zêde kirin. Hûn ji warê Îbrahîman derbasî bajarê paleyan bûn. Hûn gelekî wisa ne ku li welatê nan û bênan hatine hiştin.    DEM HATIYE KU JI FERASETA NEMRÛDÎ BÊ PAQIJKIRIN   Ji ber sînorên li ser xaka pîroz hatine çêkirin, hûn ji xizmên xwe dûr man. We li pişt têlên direhî êş û keyfxweşiyên xwe parve kirin. Hûn her tim bi xweşikî nêzî gel û baweriyên cuda yên bajar bûn. Bi rêya eşîran ku şêweyê ewil ê jiyana komunal e, we xwest bibin dermanê derdê her kesî. Li dijî bêkarî, xizanî û bêxizmetiyê we sebrê Eyûb nîşan da.     Gelê me yê hêja; dem hatiye ku em bajarê xwe ji feraseta Nemrûdî paqij bikin. Ji bo bidawîkirina feraseta rant, talan û malbatî bi dawî bibe û deriyên şaredariyê li gel bên vekirin, tam jî dema DEM'ê ye.     Namzetên me dê bi feraseta xwe ya şaredarvaniyê ya demokratîk, beşdariya gel û şefaf dîsa Rihayê bigihîne nasnameya xwe ya cewherî. Û gelê Rihayê dê şaredarvaniya gelparêz a DEM'ê bibîne. Tam di demekî ku partiyên dewlemendan berê wan ketiye hev, divê namzetên DEM Partiyê ku partiya karker, kedkar, jin, ciwan û hemû bindestan e bibêje 'êdî bes e' di hilbijartinê de bi ser kevin.    Ez bi van hestan gelê Rihayê silav dikim. Ji namzetên me yên hêja re jî serkeftinê dixwazim."