Li Amedê qezaya trafîkê: 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn 2024-03-12 12:50:59   AMED - Ser riya di navbera Amed û Farqînê de qezaya trafîkê çêbû û 4 jê zarok, 9 kes birîndar bûn.    Li ser riya Amed û Farqînê li dora taxa Seyratepeyê minîbusek rêwiyan qelibî û ket nav heriya zeviya li rex riyê. Hat zanîn ku piştÎ ajokar kontrola direksiyonê winda kir qeza rû da û di qezayê de 4 jê zarok bi giştî 9 kes birîndar bûn.    Piştî qezayê, minubus qelibî û berovajî sekinî. Welatiyên li der dor mudaxileya ewil a alîkariyê kirin. Li gel ku agahî hate dayîn tîmên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê. Birîndar piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.