MSD: Serhildana Qamişlo çirûska şoreşa gel a Sûriyeyê ye 2024-03-12 13:15:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) bi boneya 20’emîn salvegera berxwedana Qamişlkoyê daxuyanî da û wiha got: “Ev serhildan li Derayê dest pê kir û hêdî hêdî li herêmên din ên Sûriyeyê belav bû. Veguherî çirûska ewil û bingeha şoreşa gelên Sûriyeyê yên li dijî rejîmê.”    Di sala 2004’an de li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera Kulûba Sporê ya Cîhadê û Kulûba Sporê ya Al-Fotuwayê de maç hat lîstin. Di maçê de polîsên girêdayî rejîma Sûriyeyê gule li welatiyan reşandin û bi dehan kes hatin qetilkirin. Ji ber bûyerê di serî de li Qamişloyê, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel serî hil da û gelek kes hatibûn qetilkirin.    Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 20’emîn salvegera berxwedana 12’ê Adara 2004’an a Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “20 sal di ser Serhildana 12’ê Adarê re derbas bû ku bertekeke civakî li dijî pergala zordest û hewldana wî ku fitneyê di navbera pêkhateyên welêt de derxe bû. Lê belê zanabûna civakî û siyasî ya gelê kurd ji planên rejîmê mezintir bû û neket xefka rejîmê.  Komkujiya li dijî sivîlan pêk hatiye, veguherand serhildaneke mezin ku li Heleb û Şamê belav bû û gel tê de benda tirsê şikand û banga azadî û demokrasiyê û guhertina demokratîk kir. Ev serhildan çirûska yekemîn û bingeha şoreşa gelê Sûriyeyê li hemberî rejîmê bû ku ji Derayê dest pê kir û pêl bi pêl li herêmên din ên Sûriyeyê belav bû. Bi wê yekê şoreşê wateya xwe rastîn ji 12’ê Adara 2004’an girt û rêveberiya xweseriya demokratîk ava kir ku ji bû tevahî sûriyeyiyan bû model û hêvî.   Em şehîdên Serhilana Qamişloyê û tevahî şehîdên şoreşa Sûriyeyê bi bîr tînin. Em dizanin ku li hember fedakariyên wan li ser milê me berpirsyariyên dîrokî hene û heta daxwaz û armancên şoreşê û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bibe, em paşde gav navêjin.   Serhildana 12’ê Adarê helwesta kurdî-erebî li hemberî pergala zordest kir yek û ew neçar kir ku paşde gav biavêje. Rejîmê nekarî fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe û pêkhateyan bi kar bîne bi taybet gelê kurd û doza wî.   Em destnîşan dikin ku pêvajoya têkoşîna aştiyane û hevgirtina gel, behîsên rejîmê di 12’ê Adara 2004’an de têk birin. Ji ber wê em bang li sûriyeyiyan, tevger û şepelên wan dikin ku hevgirtî bin, nakokiyan bidin aliyekê û bibin yek ji bo ku rêgezên jiyana hevbeş a aştiyane bisepînin, hêviyên gelê Sûriyeyê di jiyaneke bi rûmet û guhertina demokratîk de pêk bînin. Ji bo wê, em dibêjin diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî rêya pêkanîna daxwazên guhertinê û hêviyên gelê Sûriyeyê ye."