Li ber turbeya Ehmedî Xanî soz dan: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin 2024-03-12 13:44:50 AGIRÎ - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li pêşiya Turbeya Ehmedê Xanê ya li Bazîdê hatin gel hev û “Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kirin û ev soz dan: “Ji bo kurdî çi hewce bike em ê bikin.”  Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), deklarasyona xwe ya têkildarî “Stratejî û Polîtîkayên Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kir. Deklarasyon li ber Turbeyê Ehmedê Xanî yê li navçeya Bazîd a Agiriyê bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin û namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê tev li bûn. Namet, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn.    Beşdar ji ewil çûn serdana turbeya Ehmedê Xanî û piştre jî Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çand a DEM Partiyê Heval Dilbijar axivî. Dilbihar, wiha got: “Mixabin ku çand û zimanê kurdî di bin zextekî giran a hêzên mêtinger de ma. Lê belê têkoşîna gelê kurd a 50 salên dawî, rê neda ku ziman û çanda kurdî tune bibe.” Dilbahar, got ku yek ji qadên girîng ên ji bo têkoşîna zimanê dayikê jî rêveberiyên herêmî ne û wiha domand: “Em ê di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest bixin. Lewma em stratejiya ziman û çanda kurdî eşkere dikin. Em îro li ser turbeya Ehmedê Xanî ne. Ew, parastvanê çand û zimanê kurdî bû. Em îro li vir soz didin wî; em ê nehêlin zimanê me di bin lingên mêtingeran de bieciqe.”    DÊ HEMÛ XEBAT BI KURDÎ BÊN KIRIN   Deklarasyon ji hêla namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ve hate xwendin.    Deklarasyon wiha ye:    “Zimanê kurdî û çanda kurdewar du hêmanên bingehîn, xweser û jêneger ên neteweya kurd in, ku ji aliyê kurdan ve wek hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameyên neteweyî tên pênasekirin. Zimanê kurdî û çanda kurdewar ji ber gelek sedeman hê jî di nava dorpêça tunehesibandin qedexekirin, pişaftin û jiholêrakirinê de ne. Her cureyê zext û êrişan li ser tê meşandin. Gelê kurd jî bi salan e ji bo ziman û çanda xwe têkoşîneke bêhampe dimeşîne. Qadeke vê têkoşînê qada rêvebiriyên xwecihî ne.    Li Kurdistanê, erk û peywireke sereke ya rêveberiyên xwecihî, meşandina kar û xebatên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û çand û nirxên kurdewar e. Divê bi taybetî em destnîşan bikin ku ji bo serketina xebatên zimanê kurdî û çanda kurdewar, çawa ku pêwîst e li her qada jiyana civakî xebatên piralî bên meşandin, ji bo meşandina wan xebatan jî teqez divê ji serî heya binî em hemû hevşaredar, endamên meclîsê, rêveber û xebatkarên şaredariyên me jî di nava kar û xebatên kurdî û kurdewar de bin.     Em wek namzetên hevşaradariyên Partiya DEMê û hemû endamên meclîsên me, di çarçoveya rêvebiriyên xwecihî yên pirzimanî û pirçandî de, bi taybetî ji ber rastiya rewşa zimanê kurdî û çanda kurdewar, dê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de esas bigirin, ji bo parastin û pêşvebirina wan a ji her milî ve, her dem û li her derê bi awayekî şênber, domdar, mayînde, afirîner û encamgir her kar û xebatên pêwîst bikin. Çawa ku nemir Ehmedê Xanî dibêje ‘Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye’; em jî dê bibin mîmarên zimanê kurdî û çanda kurdewar.    XEBAT HATIN RÊZKIRIN   Li gor vê:    * Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de strateji, polîtîka, bername, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo her qadê amade û diyar bikin; ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de budçe, kadro û xebatkaran veqetînin; dê vê yekê bi raya giştî re parve bikin û ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be bikin.    * Li dijî kiryarên pişaftina li ser zimanê kurdî û çanda kurdewar, em ê her dem, li her qadê û ji her milî ve, li gor proje, bername, karname û plansaziyên xwe yên demkurt, demnavîn û demdirêj çalaki û xebatên cur bi cur ên zimanê kurdî û çanda kurdewar pêk bînin.   * Ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê em ê li gel hemû sazî dezgehên têkildar di nava têkoşîn û xebatên pêwîst ên domdar de bin.   * Ji bo meşandina hemû kar û xebatên kurdî, bi kurdî û kurdewarî, em ê di hemû şaredariyên me de Midûriyetên Parastin û Pêşvebirina Ziman û Çandê ava bikin.   * Ji hevşaredaran bigire heta endamên meclîsê, rayedar, kadro, karmend, şêwirmend û hemû xebatkarên şaredariyan ji bo ku hişmendiya kurdî bizanibin dê bên perwerdekirin; wek şertekê bingehîn teqez dê di asteke bilind de perwerdehiya kurdî bibînin; axaftin, xwendin û nivîsandinê di asta herî baş de hîn bibin, bizanin.   * Materyalên ragihandinê yên şaredariyê yên wekî ragihandin, bangawazî, malperên webê, rûpelên medyaya dijital, tabela, pano, afîş, daxuyanî, bangewazî, kar û xebatên rojane û hwd. ên fermî, girseyî û civakî dê di asta herî jor de bi zimanê kurdî jî bin.   * Em ê li bin banê şaredariyê bulten, pirtûk, kovar, çavkanî û berhemên din ên kurdî biweşînin.   * Ji xizmetên tenduristiyê heta kar û barên perwerdehiyê, ji xizmetên civakî heta xizmetên çandî û aborî, ji xizmetên giştî heta xizmetên ji bo zarok, jin û hemû derdorên din ên civakê, hemû xizmetên şaredariyê dê di asta herî jor de bi kurdî jî bin.   * Em ê navlêkirin û nasandina hemû cih û yekeyên şaredariyê, hemû alav û amûrên di bin sîwana şaredariyê de di heman demê de bikin kurdî jî.    * Em ê navên gund, tax, bajarok, navçe, bajar û hemû cih, war, jîngeh, wargeh, zindî, heyber û tiştên bi kurdî yên ku hatine guhertin dîsa bikin kurdî û wisa bi kar bînin.   * Em ê qadên civakî yên hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî û çanda kurdewar ên wekî kreş, pêşdibistan, dibistan, malên perwerdehiyê û fêrgeh, malên dengbêjan, malên çîrokbêjan, malên lîstikan, pirtûkxane, xwendingeh, wêjegeh, çandgeh, hunergeh û hwd. ên kurdî ava bikin; li van deran di serî de zarok, ciwan û jin bi hezaran kesan perwerde bikin.   * Em ê li gelek deran sazî, dezgeh û akademiyên dîrok, ziman, wêje, çand û huner ên kurdî û kurdewar ên giştî û yên zarok, jin û ciwanan ava bikin; di heman demê de li van deran xebatên lêkolînerî, berhevkarî, tomarkarî, hîndekarî, perwerdekarî, nivîskarî, zimanzanî, wêjekarî, çand û hunermendiya kurd û kurdewar bimeşînin; pêşengî û piştgiriya amadekirin û pêkanîna projeyên derbarê wan de bikin.   * Em ê li her bajar, navçe, bajarok, tax, gund û jîngehên Kurdistanê ji bo serwerkirina hişmendî, hîndekarî û perwerdehiya ziman, çand, wêje û hunera kurdî û kurdewar hemû xebatên pêwîst bimeşînin, her cureyê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin.   * Em ê di konseyên bajêr ên ku dê li ser bingeha temsîliyeta wekhev û demokratik a kom û civatên xwedî ziman û çandên cuda bên avakirin de zimanê kurdî di asta herî jor de bi kar bînin, bidin bikaranîn û bikin zimanekî sereke.   * Em ê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çanda kurdewar û hemû nirxên neteweya kurd, li gel hemû sazî, dezgeh, platform, însiyatîf, sendika, ode, weşanxane, karsaz, esnaf, konseya bajêr û derdorên din ên bajêr, navçe û bajarokan xebatên hevpar ên şênber bimeşînin; ji bo ku li her mal, xan, kolan û taxeke bajar û jîngehên me yên din zimanê kurdî û çanda kurdewar serwer bibe çi pêwîst be em ê bikin.    Em wek rêvebiriyên xwecihî yên gelê xwe, ji bo meşandina xebatên li jor û gelek xebatên din ên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çand, wêje û hunera kurdî û kurdewar teqez bi biryar in, ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be em ê bikin; ev sozeke me ya sereke ye ji bo gelê me. Bêguman, em ê vê yekê jî bi gelê xwe re bikin û bi hev re bi ser bikevin.     Bi vê boneyê; em bang û gazî li hemû gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî, çand û hemû nirxên kurdewar bi serketina hilbijartinên xwecihî tacîdar bike.     Dem dema zimanê kurdî û çanda kurdewar e!   Her dem zimanê kurdî û çanda kurdewar; li her derê zimanê kurdî û çanda kurdewar!   Ji bo zimanê kurdî û çanda kurdewar her dem têkoşîn, her dem kar û xebat!   Serketin a zimanê kurdî û çanda kurdewar e!”