Ji bo Newroza Depê bang hate kirin 2024-03-12 14:10:17   XARPÊT - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Depê ji bo tevlibûna pîrozbahiyê ku dê di 15’ê adarê de bê lidarxistin, bang kir.    Starta Newroza 2024’an dê di 15’ê adarê de li navçeya Depê ya Xarpêtê were lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newrozê ya Depê têkildarî bernamaya pîrozbahiyan daxuyaniyek da. Daxuyani bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li avahiyê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate dayîn.    Di daxuyaniyê de ji Komîteya Amadekar a Newrozê Abdulkadîr Gul axivî û ev tişt gotin: “Di serî de li Dep, em hemû gelên xwe yên li Xarpêt, Çewlig û Dêrsimê dijîn vedixwînin vêxistina agirê Newrozê û mezinkirina têkoşînê.” Gul destnîşan kir ku ew ê piştî startê tev li Newroza Amedê bibin ku di 21’ê Adarê tê lidarxisitin. Gul, wipha domand: "Em banga parçekirina tecrîda ku wek şevekê ketiye ser me, dikin.”   Gul destnîşan kir ku pîrozbahiya Newrozê dê saet di 13.00’an de li Qada Termînala Suleyman Karahan were lidarxistin.